YPG’ê gundê Bênê rizgar kir
YPG’ê gundê Bênê rizgar kir
YPG’ê gundê Bênê rizgar kir
YPG’ê gundê Bênê yê giredayî navçeya Şêrawa ya Efrînê ku ev çend roj bûn pevçûnan lê dom dikir, bi temamî ji komên çekdar rizgar kir. Rizgariya gund, bi şahiyeke gel hat pîrozkirin.
Gundê Bênê ku ji aliyê komên çekdar ve hatibû dagirkirin û ev demek bû şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bersiva êrîşên wan dida, di çend rojên dawî de jî şerên dijwar diqewimîn. Di encama pevçûnên rojên dawî de şervanên YPG᾿ê gundê Bênê bi temamî ji komên çete rizgar kir.
Piştî rizgarkirinê, şêniyên gund bi tilîlî û siloganan şervanên YPG᾿ê pêşwazî kirin û şahî lidar xist. Şêniyên gundên derdorê jî tevlî şahiya ku li meydana gund hate lidarxistin bûn. Şahiya ku nêzî 4 hezar welatî tevlî bûn, bi merasîma leşkerî destpê kir. Piştre Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rojda Efrîn axivî û da zanîn ku şervanên wan gundên derdorê ji komên çete rizgar kirine û destnîşan kir ku di pevçûnên li derdora Efrînê yên heta niha de bi giştî 12 şervanên wan jiyana xwe jidest dane. Rojda Efrîn wiha got: "Xwîna 12 şehîdên me buhaya azadiya we ne, me hêvî dikir ku îro hevalên me yên şehîd di nava me de bûna. Hestên we yên berxwedêr nîşan didin ku gelê kurd layiqî azadiyê ye.᾿̓
Di pevçûnên 2 rojan ên li gundê Bênê de 20 çekdar hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn. Her wiha yek jê panzêr bi giştî 7 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin, hinek wesayîtên leşkerî û çek jî hatin desteserkirin. Di pevçûnan de şervanê YPG᾿ê Xebat Efrîn jî jiyana xwe jidest da.
Her wiha li bajarokê Atmê yê girêdayî Idlibê jî komên çekdar ên Artêşa Azad wesayîta rêwiyên Kurd raswestandine û hin welatiyên Kurd revandine. Hate ragihandin ku, di nava kesên hatine revandine de zarok û jin jî hene.