YPG’ê bersiv da sûîqesta El Nusra: 5 mirî
YPG’ê bersiv da sûîqesta El Nusra: 5 mirî
YPG’ê bersiv da sûîqesta El Nusra: 5 mirî
Li Rojavayê Kurdistanê Til Xelef a nêzî Serêkaniyê ji ber ku şervanekî YPG’ê di encama sûîqesta çeteyên El Nusra de hat qetilkirin, YPG’ê bersiveke tund da û 5 endamên çeteyên El Nusra hatin kuştin.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, endamên çeteyên El Nusra ya girêdayî El Qaîde bi çekên lûleyên dirêj şervanekî YPG’ê qetilkirin. piştî bersiva YPG’ê ku şerekî dîjwar rû da 5 endamên çeteyên El Nusra hatin kuştin.
Komên çete yên gîrêdayî El Qaîde danê sibê saet 04.00’an bi hewanan Serêkaniyê bombebaran kiribûn û di encam de 4 sivîl bi awayekî sivik birîndar bibûn. YPG’ê jî ji ber vê yekê êrîşî çeperên El Qaîde yên li Til Xelefê kirin. Hêzên YPG’ê 35 endamên çeteyên El Qaîde kuştibûn û 10 jê jî birîndar kiribûn. Gelek cenazeyên endamên çeteyên El Qaîde li araziyê mabûn.