YPG: Di pevçûnên 24 demjimêran de 63 çekdar hatine kuştin

YPG: Di pevçûnên 24 demjimêran de 63 çekdar hatine kuştin

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di pevçûnên 24 demjimêrên dawî ku hîn jî didomin 63 çekdar hatine kuştin. Her wiha YPG’ê destnîşan kir ku Artêşa Azad piştgiriya çekdarên El-Nusra dike û hêzên xwe ji Dêra Zorê û Reqayê anîne Rojava û şerê gelê Kurd dike.

Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê pevçûnên 24 demjimêrên dawî ên di navbera hêzên YPG’ê û çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê daxuyaniyek nivskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate hate gotin ku, pevçûnên di navber hêzên YPG’ê û çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad Şamê û tabûrên Artêşa Azad li hemû qadên şer didome. Di daxuyaniyê de encama pevçûnên 24 demjimêrên dawî bi vî rengî hate destnîşan kirin. “Li Kobanê pevçûnên çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad Şamê /Eniya El-Nusra êrîş kirin û xwestin ji aliyê gundê Gir Heso pêşde werin û di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de pevçûn derketin. Di encamê de 10 çekdar hatin kuştin û êrîşkar neçar man paşve bişên. Li Serêkaniyê jî şevê din çekdarên El-Nusra li herêma Til Xelaf êrîş kirin ser çeperên YPG’ê û di encama pevçûnan de 24 çekdar hatin kuştin û pevçûnên li wir hîn didomin.

FERMANDAR JÎ DI NAV DE 29 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li gundê Girhok ê Girkê Legê jî çekdarên Dewleta Îsalmî ya Iraq û Şamê / Eniya El-Nusra dema bi çekdarên giran û tangan dixwestin bi alî herêma Rimêlan ve pêşve werin rastî bersivdayîna şervanên YPG’ê hatin û di encamê de pevçûnên dijwar derketin. Di van pevçûnan de jî 29 çekdar ku hin fermandar di nav de hebûn hatin kuştin, 3 wesayîtên ku yek jê bi doçka bû hatin ruxandin û 11 cenaze tevlî çekên wan ketin destê şervanên YPG’ê de.

ARTÊŞA AZAD JÎ LI GEL KOMÊN ÇETE BÛNE ŞIRÎKÊN KOMKUJIYÊ

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/ Eniya El-Nusar û tabûrên Artêşa Azad ên bi awayekî hovane êrîşên xwe li dijî bajarokên Til Eran û Til Hasil ên herêma Babê ya Helebê hîn bi awayekî hovane dom dikin û pevçûnên li wir jî didome.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Artêşa Azad bi çekên giran û bi çekdarên xwe  alîkariya Dewleta Îslamî ya Iraqa û Şamê/ Eniya El-Nusra kiriye û gelek çekdarên xwe ji Dêra Zorê ber bi Til Koçer û Rimêlan ve şandine û ji Reqayê jî ber bi Ti Ebyed û Kobanê ve şandine  û bi awayekî eşkere bi El-Nusra re êrîşî gelê Kurd dikin û bûne şirîkê komkujiyan. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser daxuyaniyên Endamê Meclîsa Leşkerî ya Artêşa Azad li Heleb’ê Ebdul Cebar El-Iqêlî û gefên wî yên wekî tune kirine gelê Kurd û ev tişt hate gotin  “Evan dev ji şerê xwe yê bi Rêjîma Baas re berdan û berê xwe dane şerê li dijî gelê kurd.”

Di berdewama daxuyaniyê hate gotin ku di pevçûnên 24 demjimêrên dawî de şervanê YPG’ê Ehmed Şukrî Horan di pevçûnên Serêkaniyê de jiyana xwe jidest daye.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin “Artêşa Sûriyê ya Azad ji van pevçûnan berpirsyare û bi piştgiriya wan  ya bi Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê /Eniya El-Nusera diyar kirin ku ew berpirsyarên van pevçûnane.” 

Di dawiya daxuyaniyê de spasiya gelê Kurd hate kirin û ev tişt hate gotin  “Em spasiya Ciwan, jin û mêran dikin ku bi banga me ya seferberiyê re bûne yek û careke din em bang li hemû kesê xwedî wijdan dikin ku li dijî van êrîşên komên îslamî yên radîkal derkevin.”