YPG: 3 şervanên me jiyana xwe ji dest dan
YPG: 3 şervanên me jiyana xwe ji dest dan
YPG: 3 şervanên me jiyana xwe ji dest dan
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku di pevçûnên doh ên li gundê Dêr Belûtê de 2 şervanên wan û li gundê Bênê jî şervanekî wan di encama teqîna mayinê de jiyana xwe ji dest dane. Cenazeyên hersê şervanên YPG'ê wê îro werin veşartin.
Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku doh li gundê Dêr Belûtê yê ser bi navçeya Efrîn Cindêrisê, di navbera hêzên YPG'ê komên çekdar de pevçûn derketine û di van pevçûnan de 2 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şervanekî YPG'ê jî dema dixwest li gundê Bênê mayina ku ji aliyê komên çete ve hatibû danîn derxîne, di encama teqîna mayinê de jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniyê de navên 3 şervanên YPG'ê jî hatin aşkerakirin. Nasnameyên 3 şervanên YPG'ê wiha ne:
Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG᾿ê Zekeriya Îbo bi nasnav Zerdeşt.
Navê bav: Îbrahîm.
Navê Dayîkê: Fikret.
Di sala 1983᾿an de li gundê Çeqela Cûmê ya navçeya Cindêris a Efrînê jidayîk bû ye û bavê 3 zarokan e.
Hemada Îso Şêrawî bi nasnav Şêro.
Navê bav: Ehmed.
Navê dayîkê Emîna.
Di 5᾿ê Îlona 1973᾿yan de li gundê Kebaşîn a navçeya Şêrawa ya Efrînê jidayîk bûye û bavê 4 zarokan e.
Rêzan Henan bi nasnav Şervan.
Navê bav: Ednan.
Navê dayîkê Xaliya.
Di 1᾿çileya 1993᾿yan de li gundê Kaxire ya navçeya Mobata ya Efrînê jidayîk bû ye.
Li aliyê din Saziya Malbatên Şehîdan ragihand ku dê îro saet di 15.00᾿an de cenazeyên 3 şervanên YPG᾿ê ji ber navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê bi merasîmekê bêne wergirtin û li Goristana Şehîd Seydo ya li gundê Kefer Sefra ya navçeya Cindêrisê werin definkirin.
Saziya Malbatên Şehîdan bang tevlîbûna merasîma cenazeyan kir.