YPG: 10 endamên çete hatin kuştin
YPG: 10 endamên çete hatin kuştin
YPG: 10 endamên çete hatin kuştin
Fermandariya YPG'ê ya herêma Efrîn-Helebê, bîlançoya şerê doh ê li derdora gundê Bênê yê navçeya Efrîn Şêrava eşkere kir. Hat ragihandin, ku di şerê tevahiya rojê de 10 endamên çete hatine kuştin, zêdeyî deh birîndar bûne, yek ji birîndaran dîl hatiye girtin, sêgoşeya Bênê-Ziyaret-Akibê ji çeteyan hatiye rizgarkirin û nuqteya kontrolê ya komên çete ya li ser rêya Ziyaret-Basilê-Cilbir ji holê hatiye rakirin.
OPERASYONEKE DORFIREH
Li gorî daxuyaniya hat dayîn, bi serê sibê re li hemberî komên çete yên gundê Bênê û derdora wê ev demeke dagir kirine, operasyonek hatiye destpêkirin û weha hat gotin; "Doh serê sibê û pê ve ji aliyê hêzên me ve li dijî komên çete yên gundê Bênê û derdora wê ev demeke dagir kiriye, operasyoneke dorfireh hatiye meşandin. Operasyon di demeke kin de veguherî pevçûnan. Şerê serê sibê destpê kir, heta êvarê dewam kir. Di şer de 10 endamên çete hatin kuştin, zêdeyî deh jî birîndar bûn. Cenazeyê yek ji endamê çete yê hat kuştin, ket destê me. Dîsa yek ji endamê çete yê birîndar jî dî hatiye girtin. Endamê koma çete yê dîl hat girtin, hêzên me ew rakirin nexweşxaneyê."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di encama şerê tevahiya rojê de gundê Bênê û hin cihên girîng ên derdora wê ji komên çete hatiye rizgarkirin û hat gotin, "Di encama şer û pevçûnên tevahiya rojê de sêgoşeya Bênê-Akibe-Ziyaret ji komên çete hat rizgarkirin. Ev sêgoşe, cihekî nêzî rêya diçe Helebê ye. Bi wergirtina vê derê re, kontrola rê bi temamî ket destê hêzên me. Dîsa sêgoşeya Bênê-Ziyaret-Akibê ji çeteyan hatiye rizgarkirin û nuqteya kontrolê ya komên çete ya li ser rêya Ziyaret-Basilê-Cilbir ji holê hatiye rakirin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku heta gundên Kurdan ji komên çete werin paqijkirin, wê operasyon dewam bikin û hat ragihandin, ku di şerê doh de du wesaîtên cûda, du kalaşnîkof, televîzyonek û radyoyeke komên çete hatine desteserkirin.