Yekîtiya Star xebatên li Qamişlo yên 6 mehan nirxandin
Yekîtiya Star xebatên li Qamişlo yên 6 mehan nirxandin
Yekîtiya Star xebatên li Qamişlo yên 6 mehan nirxandin
Yekîtiya Star xebatên 6 mehan ên li bajarê Qamişlo hatine meşandin bi civinekê nirxandin û plansaziya dema pêş derxist.
Civîna ku li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hate lidarxistin, bi beşdariya hemû nûnerên meclîsên jinan ên girêdayî Yekîtiya Star bi rêzgirtinê destpê kir. Di salona civînê de pankartên derbarê têkoşîn û azadiya jinê de, her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û têkoşerên jin hatibûn daliqandin. Jinên ku cilên netewî lixwe kiribûn, renginiyek xistibû salonê.
Piştî rêzgirtinê Endama Desteya Rêveber a Yekîtiya Star Dîcle Serêkaniyê axivî û bal kişand ser xebatên jinan ên di nava şoreşa Rojava de. Dîcle Serêkaniyê destnîşan kir şoreşeke ku hebûna jinan qebûl neke, dê nikaribe biser bikev.
Dîcle bal kişand ser berxwedana jinên li Rojavayê Kurdistanê û da zanîn ku jinan di vê berxwedanê de, di hemû beşên jiyanê de xwe birêxistin kiriye.
Piştî axaftinê beşek ji nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ên derbarê azadiya jinê de hate xwendin. Piştre raporên xebatê yên meclîsên jinan ên 6 mehên bihorî hatin xwendin û nirxandin li ser hatin kirin.
Di encama nîqaş û nirxandinan de ev biryar hatin girtin:
1- Li hemû taxên bajar wê avakirina komînan bêne şopandin
2- Di hemû sazî û meclîsan de wê têkoşîn birêxistinkirina jinê bê xurtkirin.
3- Di warê aborî de ji bo jinan wê kar bê afirandin, projeyên aborî bêne pêşxistin.
4- Hemû endamên meclîs û saziyên girêdayî Yekîtiya Star wê di perwerdeyên fikrî re bêne derbaskirin.