Yekîtiya Star li dijî tundiyê meşek lidar xist
Yekîtiya Star li dijî tundiyê meşek lidar xist
Yekîtiya Star li dijî tundiyê meşek lidar xist
Rêxistina Yekîtiya Star li bajarê Girkê Legê bi munasebeta roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan meşek lidar xistin.
Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê "Roja Têkoşîna li Dijî tundiya li hember Jinan" de rêxistina Yekîtiya Star li bajarê Girkê Legê meşek lidar xist. Meş bi beşdariya sedan jinên bajarê Girkê Legê, Rimêlan û herêma Aliyan ji meydana şehîd Xebat destpê kir. Jinên ku alên Kurdî û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û cangoriyên azadiyê hildan bê navber dirûşmeyên piştgiriya YPG/YPJ'ê û şoreşa Rojavayê Kurdistanê berz kirin. Meşvanan her wiha pankartên bi nivîsên "Bi hev re li dijî desthilata baviksalarî, na ji şer re, na ji tundiyê re, bijî azadî, bijî wekheviya jin û mêran" hildan.
Endama Rêvebiriya Yekîtiya Star Henîfa Hisên di meşê de derbarê têkoşîna jinên Kurd de axivî, Henîfa her wiha têkoşerên jin yên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe jidest dane bibîr anîn.
Piştî meşê jin çûne serdana konê sersaxiyê yê endama Meclîsa Yekîneyên Parastina jinan (YPJ) Hêvîdar Dara yê li bajarê Girkê Legê kirin.