Yekîtiya Star banga tevlîbûna çalakiyên 25’ê mijdarê kir
Yekîtiya Star banga tevlîbûna çalakiyên 25’ê mijdarê kir
Yekîtiya Star banga tevlîbûna çalakiyên 25’ê mijdarê kir
Koordînasyona Yekîtiya Star bang li hemû jinan û kesên aştîxwaz kir ku tevlî çalakiyên “25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Ser Jinê” bibin.
Koordînasiyona Yekîtiya Star bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Ser Jinê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hemû rêxistin û hişmendiyên ku ji bo desthilatdariyê tundiyê wekî amûr bikar tîne hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, sinorê tundiya li ser jinê tune ye û li hemû welatan heman hişmendiya tundiyê heye û kuştina 3 xwîşkên ku li girava Domînîk di sala 1960’an wekî mînak hate nîşandan.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, qanûnên ku ji bo cezakirina tundiya li ser jinan hatine amadekirin jî li gorî hişmendiya zilaman hatine çêkirin, lewre zilaman diparêzin û ev çand hîn jî didome. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, zilam bikaranîna tundiyê wekî mafê xwe yê rewa dibîne û wiha hate domandin: “Li malbatê jî zilam jinê wekî mulkê xwe dibîne. Ji ber vê yekê di warê pirsgirêka jinê de tu cudahî di navbera zilaman de nîn e.”
‘JINÊN SÛRIYEYÊ RASTÎ GELEK CUREYÊN ŞÎDETÊ TÊN’
Di berdexama daxuyaniyê de li ser rewşa jinên li Sûriyeyê hate rawestîn û ev tişt hatin gotin: “Sûriye û gelê wê nêzî 3 salane rastî hemû şêwazên îşkenceya çandî, aborî, fikrî û bedenî tê. Piraniya bajarên Sûriyeyê ji mirovan hatine valakirin. Di vê rewşê de jin rastî îşkenceyê tên, bi darê zorê tên koçberkirin. Gelek jin ji bo ku zarokên xwe xwedî bikin bedena xwe difroşin. Li aliyekî din ji aliyê leşkerên rejîmê û komên çekdar ve rastî destdirêjiyê tên. Lê jin nikarin xwe biparêzin. Tundî û metirsiya herî mezin jî tundiya fikrî ye. Di bin navê şoreş û fetweya zewaca cîhadê de, jin bedena xwe ji bo buhişta sozdar ji kesên di şerê Sûriyeyê de re helal dikin. Gelek jinên ciwan ji dewletên ereban ji bo xwe pêşkêşî fermandarên cîhadê bikin berê xwe didin Sûriyeyê û li vir rastî gelek nexweşiyên wekî AIDS tên.”
‘JINAN BI TÊKOŞÎNA XETA XWE AVA KIR’
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, li hemberî şîdetê, jinên Sûriyeyê û bi taybet jinên Kurd di bin siya Yekîtiya Star de têkoşînê dimeşînin û wiha hate gotin: “Heta niha gavên girîng ji bo şikandina hişmendiya desthilatdar hatine avêtin. Jin niha bi avakirina rêxistinên xweser di hemû aliyê jiyanê de cîh digire û têkoşînê didomîne. Di vê têkoşînê de li dijî çeteyan û çanda zilaman di bin navê YPJ’ê de xeta parastinê ava kir.”
Di dawiya daxuyaniyê de berxwedana jinan hate pîrozkirin û ev bang hate kirin: “Em bang li hemû jiyan dikin li dijî hemû şêwazên tundiyê yekîtiya jinan xurt bikin. Her wiha em bi şîara ‘Em ji bo bidawîkirina desthilatdariya mêran kar bikin’ bang li her kesên azadîxwaz dikin ku li hemberî tundiya li ser jinan derkevin û berê xwe bidin meydanên berxwedanê, şerê qirêş ê li Sûriyêyê rawestînin û xwepêşandanan lidar bixin.”