Yekemîn namzetê Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar bû
Yekemîn namzetê Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar bû
Yekemîn namzetê Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar bû
Yekemîn Namzetê Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê diyar bû. Serokê Partiya Ayendeya Kurdistanê Qadir Ezîz xwe weke namzetê Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê destnîşan kir.
Piştî ku ji roja 18’ê Hezîranê û şûnve serlêdana tomarkirina navên namzetên hilbijartinên serokatî, parlemento û encûmenên parêzgehên Herêma Başûrê Kurdistanê hate destpêkirin. Îro bi vê boneyê Serokê Partiya Ayendeya Kurdistanê Qadir Ezîz xwe weke yekemîn namzetê Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê destnîşan kir.
Ezîz di daxuyaniyek ya çapemeniyê de namzetiya xwe ya ji bo Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê diyar kir û wiha got: “Min destpêkê nedixwest bibim namzetê serokatiyê. Lê ji ber ku muxalefetê heta niha nekariye namzetê xwe ji bo hilbijartinên Serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan bike, ji ber vê yekê min biryar da ku xwe weke yekemîn namzetê Serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan bikim.”