YDG-H û YDG-K ji bo Erdîş û Parqa Gezî çalakî lidar xistin

YDG-H û YDG-K ji bo Erdîş û Parqa Gezî çalakî lidar xistin

Li Wanê, aktîvîstên YDG-H û YDG-K bi armanca şermezarkirina komkujiya xwezayê ya li Erdîşê û êrîşa polêsan a li dijî berxwedêrên Parqa Gezî, meşek lidar xistin. Di meşê de ji ber destwerdana polêsan pevçûn derket.

Li taa Xaçort a Wanê, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) û Tevgera Jinên Ciwan a Şoreşger û Welatparêz (YDH-K) bi armanca şermezarkirina komkujiya xwezayê ya li Erdîşê û êrîşa polêsan a li dijî berxwedêrên Parqa Gezî, doh meşek lidar xistin. Ciwanan rêya Surmelî, Orhan Dogan û gelek rêyên din ên taxa Xaçortê li trafîkê girtin. Ciwanan bi kevir û deriyên ji hesin bend danîn, li dora lastîkên şewitandin govend gerandin û ji bo PKK û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşme qêriyan. Ciwanan sirûda "Çerxa Şoreşê" bi hev re gotin û li ser dîwaran nivîsên "Bijî Serok Apo", "Ji Narkotîk û fuhûşê re na", "PKK", "KCK" û "Ciwan canfedayên Apo ne" nivîsandin.

Lê belê çalakiya ciwanan li êrişa polêsên Tirk a bi maşînên zirxî TOMA û akrep rast hat. Li ser destwerdanê, di navbera ciwan û polêsan de pevçûn derket. Ciwanan li hemberî êrişên bombeyên gazê û ava şid a ji TOMA'yan, ciwanan bi molotof, fîşekên hewayî, kevir û bombeyên deng bersiv dan. Di encama pevçûneke demdirêj de, maşînên zirxîn neçar man vekişin. Kamerayên MOBESE yên li qadê jî, ji aliyê ciwanan ve ji holê hatin rakirin.

Çalakî heta derengiya şevê dewam kir.