Xwendekarên Bolîvyayî, ji bo azadiya Ocalan 300 îmze kom kirin

Xwendekarên Bolîvyayî, ji bo azadiya Ocalan 300 îmze kom kirin

Li Bolîvyayê, xwendekarên dibistana amadeyî, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 300 îmze berhev kirin.

Li bajarê dîrokî yê Bolîvyayê Potosî, xwendekarên dibistana amadeyî ya Copacabana, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd 300 îmze kom kirin.

Baskê Ciwanan ê Potosî MAS (Partiya Tevgera ber bi Sosyalîzmê ve ya li Deshilatdariyê" di civîna xwe ya beriya du hefteyan de dabû xuyakirin ku gelên Kurd û Bolîvyayî di nava piştgiriyê de ne û biryar dabû ku li gelemperiya welêt kampanya ji Ocalan re azadî bimeşîne.

Bi biryarê de, destpêkê xwendekarên dibistana amadeyî ya Copacabana beşdarî kampanyayê bûn.

Xwendekaran ji xwendekar, mamoste û malbatên xwendekaran îmze berhevkirin û gotin, "Heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û têkoşîna birayên me yên Kurdistanî bi ser bikeve, çalakiyên me yên piştevaniyê wê dewam bikin."

"OCALAN JI BO TEVAHIYA GELÊN ROJHILATA NAVÎN ROLA RÊBERTIYÊ DILEYZE"

Koordînatorê Baskê Ciwanan ê Potosî MAS Jûan Carlos Olgûîn der heqê mijarê de agahî da û got, "Nêrîna Abdullah Ocalan a konfederalîzma demokratîk û avakirina civaka pirrnetew a konfederal a li Bolîvyayê tê meşandin, gelekî dişibin hev. Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn rola rêbertiyê dileyze.

Bi dîtina me, pêşniyarên çareseriyê yên Ocalan, wê dawî li nakokiyên sunî yên emperyalîstan ên li Rojhilata Navîn bînin û bi pergala alternatîf a komunal, sosyalîst û wekhev, pirsgirêkên hemû civakan çareser bike. Xebata xwendekarên dibistana amadeyî ya Copacabana tenê destpêkêke. Em dixwazin kampanyayê li tevahiya Bolîvyayê belav bikin."

Olgûîn silav ji Ocalan û gerîla re şand û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê jî silav kir û got, "Em bi taybetî silava li xuşk û birayên xwe yên YPG'yî û PYD'yî yên têza Sûriyeke nû, Rojhilata Navîn a nû nîşan dan, silavên xwe dişînin."