Xwendekaran li Qersê şoreşa Rojava silav kirin

Xwendekaran li Qersê şoreşa Rojava silav kirin

Endamên Komeleya xwendekarên welatparêz ya Qafqas KA-YODER  li bajarê Qersê bi meşekê şoreşa Rojava silav kirin.

Endamên Komeleya xwendekarên welatparêz ya Qafqas KA-YODER şoreşa Rojava silav kirin. Xwendekarên ku liber avahiya BDP’ê ya bajêr hatin cem hev heya ber heykelê li cadeya Faikbey meşiyan. Dimeşê de pankarta binavê “ Bijî berxwedana Rojava” vekirin, di meşê de alên kesk sor û zer hildan û bi duruşmên “ Gelê Rojava nebitenêye” berz kirin. Parlementera BDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, hevserokên BDP’a bajêr Turgut Taşkiran, Şengûl Memetoglu jî piştgiriya xwe ji bo meşê kirin û bi xwendevanan re meşiyan.

Di dawiya meşêde li ser navê xwendevanan Hesen Aksal axaftin kir û wiha got: “ Em livir rêveberiya demî ya ku li Rojava hate îlan kirin, silav dikin. Dewletên Emperyalîst yên ku ji şoreşa gelê Rojavayê Kurdistanê ditirsin bi hemû derfetên xwe alîkarî didin komên çete û ev komên çete bêy ku ferq bixin nav jin, zarok, extiyar bi awayekî hovane qetil dikin. Lê belê gelê Rojava tevî hemû tiştî karî ku xweseriya xwe avabike û aniha jî berbi şoreşa gelan ve dimeşe. Em vê şoreşê netenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên bindest yên li Rojhilata Navîn û hemû gelên li cîhanê hene dimeşînin. Em wekî ciwanên welatparêz yên Kurd, şoreşa li Rojava şoreşa Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dibînin. Hêzên ku dixwazin li pêşîya vê şoreşa Rojava bibin asteng, em soza wê yekê didin ku emê lihimberî wan rawestin. Em bi ruhê ciwanan şoreşa Rojava silav dikin.”

Polîsên ku meşa ciwanan asteng kirin, ciwanan ji bo helwesta polîsan şermezar bikin li ser cadeya Kasim Paşa çalakiya rûniştinê li darxistin û di çalakiyê de sirûda “ Çerxa Şoreşê” gotin û dawî li meşa xwe anîn.