Xwediyên xelata Sakharov a PE silav dan Ocalan

Xwediyên xelata Sakharov a PE silav dan Ocalan

Xwediyên Xelata Azadiya Ramanê ya Sakharov a PE ragihandin ku ew di bin sîwanê "tora mafên mirovan" de veguherîne saziyekê. Xwediyên Xelata Sakharovê di deklarasyona hevpar de pêvajoya çareseriya û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kirin.

Xwediyên Xelata Azadiya Ramanê ya Sakharov, ku li ser vexwendina Parlamenta Ewropayê (PE) ev sê roj in li Strasboûrgê ne, îlan kirin ku ew di bin sîwanê PE de bi navê "tora mafên mirovan" bûne saziyek û deklarasyoneke hevpar weşandin. Deklarasyona ku ji Serokê PE Martîn Schûltz jî piştgirî wergirt, ji 21 madeyan pêk tê.

Di deklarasyonê de madeyek bi vî rengî jî cih girt; "Em weke Xwediyên Xelata Azadiya Ramanê ya Sakharov, di rêya aştiya mayînde ya pirsgirêka Kurd de hevdîtinên navbera hikûmeta Tirk û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li girtîgehê ye, silav dikin. Ji ber ku ev yek wê dawî li lihevnekirina bi dehan salan a xwe dispêre paşerojê, bîne."

Hat xwestin, ev madeya li ser pêşniyara yek ji Xwediyên Xelata Azadiya Ramanê ya Sakharov û Parlamentera Amedê Leyla Zana hat amadekirin, ji aliyê Parlamenta Ewropa û saziyên Yekitiya Ewropayê ve were nirxandin.

JI BO ROJAVA BIRYARA MEŞANDINA XEBATÊ

Di deklarasyona hevpar de hat destnîşankirin ku divê were dîtin, şerê li Sûriyê veguheriye drameke mezin a mirovahiyê. Di daxuyaniya hevpar de hat gotin, "Alîkariya ku heta niha ji bo kesên derketine derveyî Sûriyê tê dayîn, divê ji nû ve bên sererastkirin da ku mirovên li hundirê Sûriyê jî jê sûdê werbigirin. Di vê mijarê de di serî de Yekitiya Ewropa divê tevahiya raya giştî ya cîhanê, bi hesasî tevbigerin."

Hat ragihandin ku endamên Parlamenta Ewropa û Xwediyên Xelata Sakharovê di serî de Rojava dê ji bo lêkolînkirina rewşa li Sûriyê xebatê bimeşînin.

Di daxuyaniya hevpar de bal hat kişandin ser darvekirin, girtin, zextên li parêzvanên mafên mirovan ên li Îranê û banga hestiyariyê hat kirin. Hat destnîşankirin ku divê Yekitiya Ewropa di têkiliyên xwe yên bi Îranê re van binpêkirinên mafên mirovan ên her diçin zêde dibin, li ber çavan bigire.

Di madeyên din ên deklarasyonê de jî bal hat kişandin ser binpêkirinên mafên mirovan ên li welatên mîna Kuba û Çînê û hat xwestin ku bi giranî li ser perwerdeya mafên mirovan were rawestîn.

XWEDIYÊN XELATA SAKHAROV DÊ MÎNA QASIDÊN AŞTIYÊ BIXEBITIN

Parlamenta Ewropayê, Xwediyên Xelata Azadiya Ramanê ya Sakharov weke qasidên aştiyê yên mafên mirovan diparêzin binav kir û biryar da ku xebatên wan werin destekirin.

ZANA ÇÛ SERDANA ÇALAKIYA NOBEDÊ

Di vê navberê de Parlamentera Amedê Leyla Zana piştî xebatên du rojan ên li Parlamenta Ewropayê, çû serdana çalakgerên çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 516 rojin li Strasboûrgê dewam dike. Zana di serdanê de got, "Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ez vê çalakiya nobedê gelekî girîng dibînim û di kesayetiya we de hemû beşdarên çalakiyê pîroz dikim."