Xizmên Windahiyan di hefteya 250'emîn de jî aqubeta windahiyan pirsîn
Xizmên Windahiyan di hefteya 250'emîn de jî aqubeta windahiyan pirsîn
Xizmên Windahiyan di hefteya 250'emîn de jî aqubeta windahiyan pirsîn
Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê weke her heftê vê heftê jî bi xizmên windayan re çalakiya rûnişkandinê lidarxist û çalakiya rûnişkandinê 250'emîn hefte jî li pey xwe hişt. Li Amedê vê heftê di çalakiya rûniştinê de aqubeta Kerevan Îrmez yê ku di sala 1995'an de li navçeya Silopiya Şirnexê hat binçavkirin û piştre hat wendakirin hat pirsîn.
AMED
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windahiyan bi dirûşma "Bila windahî bên dîtin kujer bên darizandin" li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parqa Koşuyaluyê çalakiya rûniştinê di hefteya 250'emîn de berdewam kirin. Xizmên windahiyan endam û rêveberên ÎHD'ê, Alikarê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Serdar Çelebî, Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê, MEYA-DER û nûnerên sendîqayên girêdayî KESK'ê tevlî çalakiya rûniştinê bûn. Di çalakiyê de panqarta "Deh hezar di yek şevî de bê xeber ji malên wan birin û carekdin venegeriyan" hat vekirin û wêneyên kesên ku hatine windakirin hat hilgirtin. Di çalakiyê de yekemîn Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê parêzer Rehşan Bataray Saman axivî. Bataray bi bîranî ku wek ÎHD'ê bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Hemberî tundiya Li Dijî Jinê rapora der barê tundiya dijî jinê vegotinin û wiha got: "Mixabin jin li her derê tê mexdûrkirin û rastî tundiyê tên û ev rewş hêj berdewam dike. Dema em li kesên ku li vê qadê dinêrin herî zêde jinan dibînin. Em vê baş dizanin herî zêde di şerde jin û zarok mexdûr dibin."
ÇÎROKA KEREVAN ÎRMEZ YÊ 18 SAL BERÊ HAT WINDAKIRIN HAT VEGOTIN
Piştî Parêzer Saman Endama Komîsyona Kujerên Kiryar Nediyar ya ÎHD'ê Gamze Yalçin Çiroka Kerevan Îrmezê ku di 15’ê Cotmeha 1995'an de li navçeya Silopiyeya Şirnexê hat binçav kirin û piştre hat windakirin hat vegotin. Yalçin diyar kir ku li gorî malbatê Kerevan Îrmez yê 35 salî, dema ku li girtîgehê hat berdan dû sê roj piştre tîmên taybet û polîsên sîvîl avêtin ser mal û li ber çavên malbatê Îrmez girtine bînçav û wiha got: "Govan û şahidê ku bûyer dîtine dikarin govanîyê bike ku Îrmez birine qereqola gundê Bêspînê ji vê yekêre dibin şahid. Malbata Kerevan piştî bûyerê serî li Midûriya Polîsan a Silopyayê dan lê rayedarên Midûryeta Polîsan diyar kir ku kesek wisa negirtine binçav. Piştî vê bûyerê li der dorê herêma Kasrikê cenazeyek bê serî tê dîtin. Li ser cesedê hatî ditin rastî şopa îşkenceyên giran tên. Di fikirin ku cesed aydê Kerevan Îrmez be li ser vê yekê agahiyê didin malbara wî. Malbata wî diçe ser cenazeyê diyar dibe ku cenaze eydê kerevan Îrmez nîne. Li wê rojê şunve carek din agahi ji Kerevan Îrmez nayê girtin."
Piştî xwendina Çîrokê xizmên windahiyan ji bo bîranîna Kerevan Îrmezê ku 18 sal berê ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin û carek din agahi jê nehatin girtin 5 deqe çalakiya rûniştinê hat kirin. Di dema çalakiyê de ji xizmên windahiyan Hayriye Dogan lenet li berpirsyarên windahiyan anî û berpirsyarên li hemberî jinê tundiyê dikin jî şermezar kir.
ÊLIH
Weke her hefteyê li Êlihê, Rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan çalakiya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" li Kolana Gulîstanê berdewam kirin û hefteya 250’emîn li pey xwe hiştin. Di çalekiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin faîlên wan bên darizandin” hat vekirin û malbat û xizmên windahiyan wêneyê kesên wenda hildan. Di çalekiyê de malbat û xizmên windayan, rêveber û endamê ÎHD, rêveberên BDP, KURDÎ-DER, MEYA-DER, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û gelek kes amade bûn. Ewil li ser navê ÎHD û malbatên windayan Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Osman Kunteş axivî. Kunteş, diyar kir ku wan hefteya 250’emîn li pey xwe hiştin û got ku dê ew ji niha şûn ve ji bi dayikan û xizmên windayan re li qadan û çalekiyan aqûbeta windayan bipirsin. Kunteş, bal kişand ser roja 25’ê Mijdarê roja li hember jinê şîdeta ku pêk tê û wiha got: “Em vê roja şêwirmendiya jinan pîroz dikin. Li cîhanê hemû cûre şîdet û komkujiyên li hember jinan pêk tên em şermezar dikin.”
‘PÊŞÎ GUND Û FAÎLAN ÇARESER BIKIN, JİNÛ DE HEVDÎTINÊN DÎROKÎ BIKIN’
Piştî Kunteş, rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Îlyas Ekîncî daxuyanî xwend û diyar kir ku lazime dewlet xwe ji bin eyba faîlên ne diyar xelas bike û vê pirsigirêkê çareser bike. Ekîncî, ev tişt bi bîr xist û wiha got: “Li qadan behsa Kurdistanê dikin. Behsa yekîtî û bihevrebûne dikin. Lê dema mafê Kurdan dikeve holê û divê mijara gotinê 90 dereceyî dizivirin. Li Amedê her tişt wek temame û her tiştî wek tos pembe didin nîşandan, lê dema diçin Enqerê ji bilî yek ziman, yek al û yek millet behsa tu tiştî nakin û hilnadin devê xwe.” Ekînci, bal kişand ser hevdîtina Erdogan û Barzanî ya li Amedê û wiha pê ve çû: “Dê li Amedê Serokwezîr Erdogan û Serokê Herema Federal a Kurdîstanê birêz Mesut Barzanî û li gel wan jî gelê Kurd ku nirx didin wan hûnermendan bînin cem hev. Hûnê bi hezaran kes bicivînin û jê re bêjin ‘hevdîtina dîrokî.’ Lê belê hûnê qet nêzî pirsgirêka bi hezaran gundê hatin valakirin û şewitandin, bi mîlyonan mirovanên koçber bûne, bi hezaran faîlên ne diyar û windayan nebin û behsa vê çareseriyê nekin. Lê hûnê êşa dayik ku bi salane dikişînin û hesreta ku gorek wan hebe ji nedîtî ve bibînin. Gelo ev ‘hevdîtenek çawa dîrokî’ ye. Lê belê ji vê yekê re ‘turşuya lehana û ne jî perîz’ bê gotin.”
‘EW WAHŞET QET NAYÊ QEBULKIRIN’
Ekîncî, bal kişand ser geşedanên li Rojava pêk tên û komkujiya li ser sînor pêk hat û wiha axivî: “Kesên li Rojava êrîşî malan dikin, qet nabêjin zar û zêçe dê bi dehan kes qetil bikin û bi çekên çeteyan re li sînor çavê xwe nagirin û 3 kesên ji Qamişlo li ser sînor derbasî Nisêbînê dibin bi wahşetî li îşkence li wan dikin û paşê jî wan xiwînxwarî qetil dikin. Ev yek qet nayê qebulkirin û li derveyî kuştina mirovan navê wê wahşete. Ev bûyer li dijî hiqûqa navxweyî û ya derve ye jî. Em daxwaz dikin ku bila kûjeran derbixin û bên darizandin.”
Piştî çalekiya rûniştinê daxuyanî û çalakî bi dawî bû.