WHO: Cîhan ji bergîriya li dijî koronayê re ne amade ye!
Pisporê rêveberiya mîsyona hevpar a Çînê û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Brûce Aylward ragihand ku cîhan ji bo bergiriya li dijî vîrûsa koronayê bike ne amade ye.
Pisporê rêveberiya mîsyona hevpar a Çînê û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Brûce Aylward ragihand ku cîhan ji bo bergiriya li dijî vîrûsa koronayê bike ne amade ye.
Aylward ê ji vegera Çînê li avahiya WHO ya Cenevreyê daxuyaniyek da çapemeniyê got: “Divê em xwe ji rewşa heyî ya hê xirabtir re amade bikin û divê ev yek jî bi lez û bez bê kirin.”
Aylward diyar kir ku cîhan ‘bi awayekî hesan ne amade ye’. Pisporê WHO’yê hewldanan benda Çînê ya li pêşiya nexweşiyê jî silav kir.
Vîrûsa Korona Covîd-19 a di meha Kanûnê de li Çînê derket holê, ji derveyî Çînê bi lez û belavbûna wê rê li ber fikaran vekir. Li Çînê îro 71 kes mirin. Bi awayekî giştî hejmara miriyan derket 2 hezar û 663’an.
LI ÎRANÊ HEJMARA MIRIYAN BILIDN DIBE
Li gorî daneyên fermî yên Îranê hejmara miriyan derket 16’an. 60 kes jî bi vîrûsê ketine. Her wiha Alîkarê Wezîrê Karê Hundir jî bi vîrûsê ketiye. Parlementerê bajarê Kum îdîa kir ku tenê li Kumê bi kêmanî 50 kes mirine.
LI ÎTALYAYÊ HEJMARA MIRIYAN BÛ 10
Li Îtalyayê jî hejmara miriyan derket 10’ê û hate tesbîtkirin ku 322 kes jî bi vîrûsê ketine. Li bakurê welat li dorî 10 bajaran kemerên tenduristiyê hatin avakirin.
LI TEVAHÎ CÎHANÊ VÎRÛS BELAVÎ 80 HEZAR KESÎ BÛYE
Li gelemperiya cîhanê vîrûsa Covîd-19’an belavî 80 hezar kesî bûye. Vîrûs belavî 30 welatan bûye. Midûrê Giştî yê WHO’yê hişyariya ku dibe vîrûs belavî hemû cîhanê jî bibe dabû. WHO ji ber bi lez belavbûna vîrûsê ya li Îtalya, Îran û Bakurê Koreyê pênaseya ‘di asta herî jor de fikaran çêdike’ bikar anî.
Li Rojhilata Navîn li gel Îran, Efganistan, Behreyn, Kuwêt, Iraq û Umanê vîrûs li Ewropayê jî gihişte Swîsre, Evûstûrya û Macaristanê.