Wê li Meletî konferansa ‘Aştî û Demokrasî’ were lidarxistin

Wê li Meletî konferansa ‘Aştî û Demokrasî’ were lidarxistin

Endama Înîsiyatîfa Aştî û Demokrasiyê Kaya yê ji bo “Konferansa Aştî û Demokrasiyê” bang kir û got, “Em Meletî bikin parçeyek ji meşa aştî û demokrasiyê .”

Înîsiyatîfa Aştî û Demokrasiyê ya Meletî, di civîna çapemeniyê ya li Komeleya Rojnamevanan de der barê konferansa ‘Aştî û Demokrasî’ ya wê sibê were lidarxistin de bangawazî kir. 

Tarik Kaya der barê Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya wê sibê li Salona Kemal Sunal a Navenda Kongre û Çandê ya Meletî were lidarxistin de got, “Li welatê me di van rojên ku  şerê bi dehan salan bi guhertineke bilez vediguhere aştiyê û hêviyên di vê mijarê de şîn dibin de, me xwest kêm be jî hêviya aştiyê hilgirin. Me xwest em jî ji Meletiyê tevkariyê ji hewldanên aştî û demokrasiyê re bikin. Me xwest em Meletî bikin parçeyek ji meşa aştî û demokrasiyê .”

Kaya di axaftina xwe de destnîşan kir ku, wê Serokê Berê yê Yekîtiya Tabîban Prof. Dr. Gençay Gursoy, Serokê Berê yê Weqfa Mafê Mirovan Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncan û  Rêveberê Dibistanên Ermeniyan Karabet Paylan wek axaftvan beşdarî konferansê bibin. Kaya di dawiya axaftina xwe de  bang li gelê Meletî kir da ku tevlî konferansê bibin.