Uçer: Girtiyên siyasî yên li Wanê rastî qedexe, ceza û tundiyê tên

Uçer: Girtiyên siyasî yên li Wanê rastî qedexe, ceza û tundiyê tên

Parlamenterê BDP'ê Uçer nerazîbûn nîşanî lêdana girtiyê siyasî Zekî Dûman ê li Girtîgeha Wanê da û pirsa "Ji bo ser îşkenceya fîzîkî ya li Zekî Dûman hatiye kirin were nixumandin, gelo bi zanebûn ew sewqî Nexweşxaneya Psîkolojîk a Elezîzê kirin" li Wezîr Ergîn kir. Uçer îdareya girtîgehê rexne kir û destnîşan kir ku hewl tê dayîn bi lêdan, qedexe û cezayan serî li girtiyên siyasî bê tewandin.

Parlamenterê Wanê yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Ozdal Uçer, îşkenceya li girtiyê siyasî Zekî Dûman ê li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê xist rojevê û der barê mijarê de pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezîrê Edaletê Sadûllah Ergîn kir, ji bo bibersivîne.

Uçer bibîr xist ku li dû greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a 27'ê Cotmeha 2013'an dayika girtiyê siyasî Zekî Dûman Şefîka Dûman dema roja 4'ê Mijdara 2013'an çû dîtina kurê xwe, gardiyanan jê re gotine 'kurê te nexweş e, ji ber vê yekê ev 6 roj in ew sewqî Nexweşxaneya Psîkolojîk a Elezîzê' hatiye kirin.

Uçer ragihand ku li gorî agahiyên ji birayê Dûman Rahmî Dûman ê di 6'ê Mijdarê de ji bo hînbûna rewşa birayê xwe çû Girtîgeha Tîpa E ya Elezîzê hat wergirtin, Zekî Dûman bi armanca protestokirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi mehkûmên din re beşdarî çalakiya '3 deqeyan lêdana derî' bûye, li ser vê yekê 15 gardiyanan avêtine ser odeyê û lêdaneke giran li wan kirine.

Uçer diyar kir ku di dema veguhastina Nexweşxaneya Yuzuncu Yil a Wanê de heman lêdan û îşkence di wesayîta rîngê de jî li Dûman hatiye kirin û li ser vê yekê ew sewqî Nexweşxaneya Psîkolojîk a Elezîzê kirine.

'ARMANC ÇI YE?'

Parlamenterê BDP'ê Uçer ev pirs ji Wezîrê Edaletê Ergîn kir:

"Îşkence û lêdana li mehkûm Zekî Dûman hem li odeyê hem jî di wesayîta rîngê de, bi çi rengî dikarin werin ravekirin? Di vê mijarê de der heqê berpirsyaran de tiştek hatiye kirin?

Ji bo ser îşkenceya fîzîkî ya li Zekî Dûman hatiye kirin were nixumandin, gelo bi zanebûn ew sewqî Nexweşxaneya Psîkolojîk a Elezîzê hatiye kirin? Ji ber lêdanê mehkûm travma derbas kiriye yan na? Yan jî îşkenceya fîzîkî ya di rêya nexweşxaneyê de lê hat kirin, di heman demê de veguheriye îşkenceya psîkolojîk?

Haya we ji îşkenceya li zarokên mehkûm ên li girtîgehan weke zarokên kevir avêtine tên naskirin, heye yan na? Di vê mijarê de ti daxwazname gihaştiye ber destê meqama we? Li hemberî Rêveberiya Girtîgehê û Karmendên Girtîgehan ên îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk kirine, ti lêpirsîneke edlî hatiye destpêkirin? Eger hatibe destpêkirin hingî encam çiye?

Greva birçîbûnê ya li girtîgeha Wanê di encama lihevkirinê de bi encam bû. Di vê rewşê de ji nû ve dayîna cezayên hucreyê û cezayên ragihandinê ku sedema greva birçîbûnê bûn, bi çi rengî dikarin werin ravekirin?"