Turk: Gelê me ji bilî peyam û niyetan, gavên pratîk dixwazin

Turk: Gelê me ji bilî peyam û niyetan, gavên pratîk dixwazin

Li Êlihê, nexweşiya di nava malbata Gundem de ku tebaxa derbasbûyî rû da bû, bi navberevaniya KCD û BDP'ê bi aştiyê dawî bû. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk di axaftina xwe ya merasîma aştiyê de destnîşan kir ku hatina Barzanî ya Amedê gelek girîng dibînin bi baldarî dişopînîn. Turk wiha axivî: "Niyet û peyam têrê nakin. Gelê me ji bilî niyet û peyaman li benda gavên piratîk e. Lazime êdî diyalog vegerin, muzakereyan."

Li gundê Korika li ser navenda Êlihê tebaxa derbasbûyî endamên malbata Gundemê bipevçûbûn û di encama şer de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 20 kes jî birîndar bûbûn. Nexweşiya ev çend mehe di nava malbatê de dewam dike bi navberevaniya KCD û BDP'ê aştiyê bi encam bû. Merasîma aştiyê li Salona Dawetê ya Dîwanê, bi tevlibûna bi hezaran kesên di nav de Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, Parlamenterê BDP'ê yê Muşê Sirri Sakik, ji Rojavayê Kurdistanê Prof. Dr. Mele Seyît Feyzullah Xiznewî û rêveberên BDP'ê hate lidarxistin. Pankarta "Qasîdên aşîtiyê hûn bi xêr hatin li hev hatina me" li salonê hate daliqandin. Beriya merasîmê bi kurdî mewlud hate xwendin.

Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, di merasîmê de axivî û ji bo keda wan spasiyên xwe pêşkeşî kesên aştî pêk anîne kir. Turk, got ku aştî her tim di nava dilê kurdan de cih digire û diyar kir ku heta di navbera malbatên kurdan de aştî pêk neyê, gelek zehmete li Tirkiyeyê aştî pêk were. Turk, di berdawama axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: "Mixabin hê jî di navbera malbatên kurdan de tişten ku me aciz dikin tên jiyandin. Lazime em ji bo yekitî û biratiya gelê xwe bixebitin. Ger evê nekîn em ê nikaribin aştî û azadiya xwe pêk bînin."

'EV SEDSALA KURDAN E'

Turk ê ku axaftina xwe domand, da zanîn ku ev sedsal wê bibe sedsala gelê kurd û wiha pêde çû: "Ger em xebata xwe zêde bikin, em ê azadiya xwe pêkbînin. Meselaya Rojava, ya Bakur e, ya Başur e. Pirsgirêka Başur, ya Rojava ye. Lazime em li ser vê esasê nêzî meseleyê bibin. Lazime hemû serok û rêberên me ji bo vê bixebitin. Pêwîste ku di navbera gelê kurd de diyalog hebe û yêkitî pêk were."

Piştî axaftina Turk, endamên malbata Gundem, Hecî Kasim û Halîl li gel duayan çûn serê hevdû.

Piştî merasîmê Turk li ser pirsa rojnamevanan hatina Mesûd Barzanî ya Amedê nirxand. Turk destnîşan kir ku hatina Barzanî ya Amedê gelek girîng dibînin bi baldarî dişopînîn. Turk wiha axivî: "Niyet û peyam têrê nakin. Gelê me ji bilî niyet û peyaman li benda gavên piratîk e. Lazime êdî diyalog vegerin, muzakereyan."

Merasîm bi dayîna xwarinê bi dawî bû.