Turk: Em dê bi gelê xwe re vê lîstika qirêj xirab bikin
Turk: Em dê bi gelê xwe re vê lîstika qirêj xirab bikin
Turk: Em dê bi gelê xwe re vê lîstika qirêj xirab bikin
Hevserokê KCD’ê Ehmed Turk çû serdana kesên di protestoya çêkirina qereqola Gundê Hêzana Lîceyê di encama gulebarana leşkeran de birîndarbûyî ên li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Dîcleyê.Turk êrîşa leşkeran û kuştina Medenî Yildirim şermezar kir û diyar kir ku, ew dê bi gelê xwe re vê lîstikê pûç bikin.
Li gunê Hêzanê yê navçeya Lîceyê bi sedran kesên xwestin li dijî avakirina qereqola Hêzanê yê navçeya Lîceya Amedê meşê pêk bînin rastî êrîşa leşkeran hatin. Leşkeran gule berandin ser gel û di gulebarana leşkeran de welatiyê bi navê Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 8 kes jî birîndar bûn. Hevseroê KCD'ê Ahmet Turk, Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Reveberên BDP'ê bi girseyî li Nexweşxaneyan birîndar ziyaret kirin. Heyeta BDP'ê berê li ber avahiya BDP'ê ya bajar daxuyanî daçapemeniyê. Girseyê li ber avahiyê siloganên "Lîce îsyane, silava şere" û "Kurdistan dê ji faşizmê re bibe goristan"
Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat diyar kir ku, di 31'ê kanûna 2012'an de 10 gêrîlayên HPG'ê hatin qetilkirin û wiha got: "Di hefteya ku bûyer pêk hat de me bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk ani. Birêz Ocalan gotibû ev peyameke û helwesta li hemberî mine. Gelê me ne şer, aştiyê dixwaze. Li dijî vê daxwaza gelê me peyamek hat dayîn. Niha jî dîsa di vê pêvajoyê de êrîşî gel kirin û welatiyekî jiyana xwe ji dest da û herî kêm 8 welatî jî birîndar bûn.
Li hemberî vê peyama Ocalan hişmendiyek kujer heye.
'EM DÊ Bİ SEBİR PEVAJOYÊ BERDEWAM BİKİN'
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk jî anî ziman ku, ew dê bi yekîtiya xwe vê lîstikê hilweşînin û di ber xwe bidin.
Piştî axaftina Turk, heyeta ku ji Ehmed Turk, Wekîla Koma BDP’ê Pervîn Buldan, Sebahat Tuncel, Mulkiye Birtane, Meral Danış Beştaş pek dihat çûn Zanîngeha Dicleyê û nexweşên birîndar ziyaret kirin.