TUHAD-DER'ê mişaxtkirina girtiyan protesto kir

TUHAD-DER'ê mişaxtkirina girtiyan protesto kir

Şaxa TUHAD-DER a Qoserê, bertek nîşanî mişextkirina girtiyan da û banga bila AKP "dest ji polîtîkayên qirêj berde" kir.

Li Mêrdînê Şaxa TUHAD-DER a Qoserê der barê mişextkirina girtiyan yên di rojên borî de ji Girtîgehan Tîpa M a Mêrdînê sirgûnî girtîgehên din hatin kirin de li ber avahiya Rêxistina BDP'ê daxûyanî da çapemeniyê. Gelek welatî, rêveberên BDP'ê û Şaredarê Qoserê Ferhan Turk tevlî daxûyaniyê bûn. Panqarta "Ji girtiyên nexweş re azadi" hat girtin û dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Bila girtîgeh bê rûxandin, ji girtiyan re azadî" hatin berzkirin. Li ser navê komê rêveberê Şaxa TUHAD-DER'ê ya Qoserê Orhan Ablak axivî û wiha got: "Li Kurdistanê û Tirkiyeyê li girtîgehên cudada nêzî 500 girtiyên nexweş hene û divê ev girtiyana di demek kurt de bê berdan. Hikûmeta AKP'ê bi tevî girtiyên nexweş 55 girtî ji Girtîgeha Tîba M a Mêrdînê mişextî Girtîgeha Tîba F a Tekîrdagê kirin. Ev polîtîkayên AKP'ê nêzikatiyên AKP'ê yên pêvajoyê radixe berçavan. Dixwazin girtiyên nexweş di girtîgehên Tîba F de birizîne. Em van Polîtîkayên qirêj yên AKP'ê şermezar dikin û em divêjin bila di demek kurt de girtiyên nexweş berdin. AKP polîtikayê avahisazê 12 Îlonê yên Kenan Evren dimeşîne." 

Albak diyar kir ku AKP bi mişextan dixwazin girtiyan ji malbata wan durbixin û wiha got: "Girtiyên ku ji Girtîgeha Tîba M a Mêrdînê mişextkirin di nava wan girtiyan de girtiyên nexweş yên bi navê Huseyîn Îpek, Nesîmî Kalkan, Îsmet Çardak û gelek girtiyên din jî hene. Ji ber ku rewşa aborî ya hinik malbatan xirabe anî ziman ku nikarin biçin hevdîtinê. Di demek kurt de dest ji van polîtîkayan berdin."