Trump: Me zêdeyî 80 milyon warîl petrol ji Venezûelayê kirî

Serokê DYE'yê Donald Trump roja Sêşemê li Kongreyê axaftina Dewleta Yekîtiyê (State of the Union) kir û anî ziman ku wan zêdeyî 80 milyon warîl petrol ji Venezûelayê kirîn û ev welatê Latîn Emerîkayê weke "dost û hevkarê nû" pênase kir.

Trump di axaftina xwe de got, "Me ji Venezûelayê ku dost û hevkarê me yê nû ye zêdeyî 80 milyon warîl petrol kirî."

Di meha Çileyê de hêzên Emerîkî Serokdewletê Venezûealyê Nicolas Madûro revandibû û giritbû. Balkêş e ku piştî vê bûyerê, DYE hewldanên xwe yên ji bo kontrolkirina rezervên hîdrokarbon ên vî welatî zêde kiriye.

Tê zanîn ku Venezûela li cîhanê xwedî rezervên herî mezin ê petrolê ne, lê belê ji ber kêmasiya binesaziyê hilberîna rojane heta niha di asta milyonek warîlî de ye.