'Tiştên Rojavayiyan di salekê de kirine Barzanî di 22 salan de nekirin'

'Tiştên Rojavayiyan di salekê de kirine Barzanî di 22 salan de nekirin'

Endamê Parlamena Iraqê yê Tevgera Goran Dr. Mihemed Gêlanî diyar kir ku serdana Barzanî ya bajarê Amedê propagandaya hilbijratinê ya ji bo partiya AKP'ê ye. Gêlanî bal kişand ser gotinên Barzanî yên dijberiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê û got, 'Tiştên Rojavayiyan di salekê de kirine Barzanî di 22 salan de nekirin.'

Bi hevpeyvîneke di rojnameya Awêne ya Kurdî de, Endamê Parlamenta Iraqê yê Tevgera Goran Dr. Mihemed Gêlanî diyar kir ku serdana Barzanî ya bajarê Amedê propagandaya hilbijratina yê ji bo partiya AKP'ê ye. Gêlanî da zanîn ku Barzanî li dijî şoreşa Rojava û Bakurê Kuristanê ye. Gêlanî di hevpeyvîna xwe de got "Tiştên ku gelê Rojava di salekê de kiriye Hikûmeta Kurdistanê di 22 salan de nekiriye, lewma em bi şoreşa Rojava serbilind in."

Dr. Gêlanî di hevdîtina xwe de diyar kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî şoreşa Rojava û Bakurê Kurdistanê ye û wiha dewam kir: "Pêwîste têkiyên Kurdan li ser bingeha bejewendiyên neteweyî bin, lê mixabin hêzeke Kurdistanî heye dibêje ku pêwîste her tişt di bin desthilata min de be û eger ne wisa be ez ê xerab bikim."

Gêlanî diyar kir ku tiştê PDK'ê li Rojava li dijî PYD'ê dike, li dijî şoreşa Bakur jî dike.

Der barê serdana Barzanî a Amedê jî Dr. Gêlanî diyar kir ku AKP'ê Barzanî vexwende Amedê û ew weke alaveke propagandaya hilbijartinan bikar anî. 

Dr. Gêlanî wiha dewam kir: "Çima ev serdan demek beriya niha çê nebû yan jî piştî hilbijartinan? ev du sal in ku di navbera AKP'ê û PDK'ê de projeyek heye ku PDK'ê gelê Bakur bikşîne aliyê Erdogan û Erdogan jî dê vê hêzê ji bo tinekirina PKK'ê bikar bîne." Gêlanî da zanîn ku ev plan têk çû ji ber ku PKK'ê xwe berdaye nava Tirkiyê û hêza xwe ava kiriye.

Dr. Gêlanî der barê xebatên PDK'ê yên dijî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî da zanîn PDK'ê dixwaze Rojava têxe bin desthilatdariya xwe û wiha dewam kir: "Dibe ku ez ne li gel siyasetên PYD'ê bim, lê xebatên ku PYD'ê li Rojava dike xebatên mezin in. PYD'ê dibêje ku nabe du hêzên çekdar li Rojava hebin, ev tiştekî rast e, me li başûr ji ber pirbûna hêzan gelek zehmetî kişandin."

Dr. Gêlanî da zanîn ku tiştê ku gelê Rojava di salekê de kiriye Hikûmeta Kurdistanê di 22 salan de nekiriye, lewma ew bi şoreşa Rojava serbilind in.