Tevn.org dest bi weşanê kir
Tevn.org dest bi weşanê kir
Tevn.org dest bi weşanê kir
Malpera tevn.org bi şîara “Em feraseta Azad- Demokratîk li gel hev fêr bibin” bi zimanê Tirkî û Kurdî dest bi weşanê kir.
Malpera Tevn malperekî ji beşên polîtîka, jin, ciwanan, çandî, ekolojî, serbest û beşên fikrî û aktuel wek anternatîfekî medya civakî pêktê.
Malpera Tevn, ji pirsa çima we pêwîstî bi malperek wiha dît, wiha vegot.
“Çima di her qada jiyanê de em di dorpêçê de?
Di girseyên mezin de çima bi tenê ne?
Li rexmê ew qas naskirin çima xerîbîn?
Li gorî hezaran çima em her tim ji hev re ên dinin?
Divê wateyê de em hemû di mejiyê xwe de pirs dikin. Di rastiyê de ev pirs her roj di mejiyê me de û rihê me de weke qîrînek ya birînên wijdana me ne.
Yan jî lêpirsînek…
Lêgerînek…
Derketinek…
Gelo di dewletê de, di desthidariyê de û di destpêkê de rêxistinên hevgirtî di sîstemekê de AZADÎ bûn, Jiyanek WEKHEV Û XWEZAYÎ mayîn mumkune?
Li rexmê mêtîngeriya kedê
Li rexmê metakirina jinê,
Li rexmê xwezaya me qetil dikin…”