Tevgera Goran piştgirî da Rêveberiya Demî ya Rojava

Tevgera Goran piştgirî da Rêveberiya Demî ya Rojava

Parlamenterê Tevgera Goran ê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Birzo Mecîd Ebdullah diyar ku ew wekî Tevgera Goran piştgiriya rêveberiya demî ya Rojavayê Kurdistanê dikin. Birzo got nabe ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) destê xwe bİxe nava karûbarên Rojava.

Parlamenterê Tevgera Goran Birzo Mecîd Ebdullah derbarê mijarê de ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) re axivî. Birzo Mecîd da zanîn ku divê kurd yekdeng bin û wiha got: “Bi baweriya me divê li her cih û her parçeyekî Kurdistanê, kurd yekdeng bin. Di nava xwe de bi hev re jiyankirinekî hizbî û siyasî ya baş derbas bikin. Divê kurdên her çar parçeyên Kurdistanê di nava hev de alîkariya hev bikin û bi hev re kar bikin. Divê kurdên parçeyên din jî dest nexin di nava karûbarên wan de. Lewra divê bêyî cûdahî alîkariya wan bikin. Nabe nakokiyan di navbera partiyên kurdî de dirûst bikin.” 

PDK DEST LI KARÛBARÊN ROJAVA WERDIDE

Parlamenterê Tevgera Goran bilêv kir ku PDK’ê dest li karûbarên Rojava werdide û wiha pêdeçû: “Mixabin ji dema destpêkirina şoreşa Sûriyê û kurdên wir jî ketine tevgerê, em hest bi wê yekê dikin ku desthilata li Herêma Kurdistanê û mebesta me PDK û YNK, zêdetir jî PDK’ê dest li karûbarên Rojava werdaye. Vê destlêwerdanê jî bandorekî xirab dirûst kiriye ku kurdên wir ne hevgirtîbin.” Birzo Ebdullah piştgiriya xwe ya ji bo rêveberiya demkî ya li Rojava ragihand û got: “Em ligel her rêveberiyekî kurdî ne. Lê divê ew rêveberî yek deng, yek parçetiya kurdan û gotareke wan hebe. Hemû partî bi hev re alîkar bin û kurdên parçeyên din jî piştgiriyê bidinê. Armanca wan jî nêzîkirina partiyên Rojava be. Em ligel her rêveberiyekî kurdî ne.” 

Ji bo rêvberiya demî ya Rojava serbikeve jî, parlamenterê Tevgera Goran got: “Ew rêveberî wê bi hevgirtina hemû çîn û partiyan bihêztir bibe. Berjewendiyên giştî yên kurdî bixin di ser hemû berjewendiyan re. Bila PDK û YNK jî dest li karûbarên wan wernede." Li ser pirsa hinek partiyên Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û bi taybet jî partiyên nêzî PDK’ê beşdarî wê rêveberiya demî nebûn û tevlî mûxalifeta Sûriyê bûn. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?” Parlamenterê Tevgera Goran wiha got: “Ev karekî xirabe û divê partiyên kurdî hemû jî yekdeng bin. Divê her partiyek serbixwe be, lê dema dibe kar û berjewendiyên giştî; divê hemû xwediyê planekê bin. Lewra em bi şertê hemû alî beşdar bibin, ligel her rêveberiyekî kurdîne. Herwiha kurdên parçeyên din jî bi awayekî nerênî dest li karûbarên wan wernedin. Ger PDK dibêje, ez rêveberiya demkî nasnakim, ev jî dibe corekî destlêwerdanê.”

DÎROK REHMÊ BI TI KESÎ NAKE

Birzo Mecîd Ebdullah da zanîn ku divê kurdên Rojava bi hevdengî beşdarî kongreya Cenevre 2 bibin û ragihand: “Ligel hemû cûdahiyên di nava partiyên kurdî de, divê di kongreya Cenevre 2 de dîtina wan yek be. Ji bo ji her kesê re îspat bikin ku tevî destlêwerdanên derve, lê di meseleyên giring û çarenivisê de yekdeng in. Lewra divê ji bo vê kongreyê kurd nêzî hev bibin.” 

Parlamenterê Tevgera Goran li Parlamentoya Kurdistanê, Birzo Mecî Ebdullah da zanîn ku dîrok rehmê bi ti kesî nake û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pirsa kurd li Rojava di rewşekê de ye divê hemû kurd yek parçe bin û kurdên parçeyên din jî destlêwernedin. Ger alîkariyê dikin, bila bêyî cûdahî û wekhev alîkariyê bikin.”