TEV-DEM: Li dijî kampanya reşkirinê, xwedî li YPG'ê derkevin

TEV-DEM: Li dijî kampanya reşkirinê, xwedî li YPG'ê derkevin

Komîteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê diyar kir ku hin hêzên kurd di nava tevgerê dene da ku fitne û tevlîheviyê di herêmên kurdî de derxin û Şoreşa Gelê Kurd a azadîxwaz, ji xeta wê ya rasteqîn derbixin û li dijî berjewendiyên gelê kurd planan pêk tînin. TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku çapemeniya PDK᾿a Iraqê jî di nava kampanya reşkirina li dijî hêzên parastina gelê Rojavayê Kurdistanê de cihê xwe digire.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji beriya çend rojan hinek aliyên kurd ên bi berjewendiyên derve yên li dijî gelê kurd ve girêdayîne, bi hemû hêza xwe li dijî destketiyên gelê kurd tevdigerin, xwestin fitne û tevlîheviyê li bajar û herêmên Rojava de derxînin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca van aliyan ew e ku tevlîheviyê derbixin û aramiya herêmên kurdî ku ne di berjewendî û siyaseta dijminên gelê kurd de ne, xera bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên rêjîma Baas komên çete yên bi navê Cêş El Şeabî (Artêşa Wetenî) avakirin û hewldidin welatiyan bitirsînin û aramiya herêmê xirab bikin. Her wiha komên çekdar jî bi navên cûda êrîşî destketiyên Gelê Kurd li Efrîn, Til Temir, Serêkaniyê, Hesekê û herêmên din dikin. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku tiştê mirovan matmayî û aciz dike ew e ku hin aliyên kurd bi awayekî fermî di plangeriya li dijî destketiyên gelê kurd de cih digrin û tevdigerin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev aliyên kurd li dûrî exlaqê şoreşa aştiyane ku gelê Sûriyê bi hemû  pêkhateyên wê dane destpê kirin, tevdigerin û ev tişt hate gotin: ‘’Tişta ku dibe cihê metirsiya me daxuyaniyên komên çekdar li herêmê û yên hêzên kurdî ku behsa wan têne kirin, di heman çarçoveyê de ne û hevdu digrin.’’

Daxuyaniyê wiha dom kir: ‘’Ji beriya demekê ve hin hêzên kurdî bi armanca fitne û perçebûnê di nava gelê kurd de derbixin, kiryarên ne di cih de kirin û nûçeyên derew belav dikin. Di vê yekê de rola çapemeniya Partî Demokratî Kurdistanî ya Iraqê (PDK) û bi taybet Zagros tv, Rûdaw, her wiha alîgirên PDK᾿ê li Rojavayê Kurdistanê yên wek Elpartî, Yekîtî û Azadî rola wan heye û şoreşê ji xeta wê ya rasteqîne derdixin.

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: ‘’Em wek TEV-DEM᾿ê van êrîşên reşkirinê ên bê exlaq ku li dijî hêzên parastinê yên Rojavayê Kurdistanê YPG û Asayîşê pêk tên şermezar dikin, bang li gelê xwe dikin ku xwedî li hêzên xwe yên parastinê derkevin û alîkariya manewî pêşkêş bikin.᾿̓

TEV-DEM᾿ê di dawiya daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata şervanê YPG᾿ê Sebrî Gulo re xwest.