TEV-DEM: Gelê Kurd ji aştiyê re amade ye
TEV-DEM: Gelê Kurd ji aştiyê re amade ye
TEV-DEM: Gelê Kurd ji aştiyê re amade ye
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) diyar kir ku Kurd ne alîgirê şîdet û pevçûnan e, lê çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê /Eniya El-Nûsra bi piştgiriya hêzên derve êrîşî gelê Kurd dikin û YPG’ê jî di xeta parastina rewa de bersivê dide. TEV-DEM’ê destnîşan kir ku gelê Kurd ji hevdîtin û aştiyê re amade ye.
Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nûsra bi piştgiriya hêzên derve û hundir êrîşî gelê Kurd dike, bi awayekî hovane û li dijî urf û zagonên şer ên navnetewî wêranî, kuştin, komkujî û talanê pêk tînin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku kiryarên li dijî Kurdan di nava bêdengiyê de tên kirin û gelek hêzên Artêşa Azad cihê xwe di êrîşan de digirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev hêz dixwazin rê li ber şerekî di navber Kurd û Ereban de vekin û ev tişt hatin gotin: “Ev şer dê bibe sedema belavbûna hêzên şoreşger û dirêjkirina temenê rêjîma Baas.’’
Di berdewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku gelê Kurd her dem bi hevdîtin û aştiyê re ye, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî di parastina gel a rewa de ye û ti carî êrîşî ti kesî ne kiriye.
Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku gelê Jurd ji Însiyatîfên aştiyê re amade ye û ev tişt hate gotin: ‘‘Em ji bo hevdîtinan amade ne, lê pêwîste di serî de bê şert û merc şer were rawestandin, kesên dîl bêne berdan, hemû kesên hatine girtin bi çavdêriya hêzek aliyê sêyemîn ve bêne berdan. Em li ser esasê berpirsyariya me ya di nava şoreşê de ji bo înîsiyatîfên aştiyê û hevdîtinan derî vekirî dihêlin. Em her dem ji bo yekîtiya gelê Sûriyê û biratiya di nava hemû pêkhatiyan de bi israr in.