TEV-DEM bi partiya Çep re rûniş
TEV-DEM bi partiya Çep re rûniş
TEV-DEM bi partiya Çep re rûniş
Komîteya Têkiliyan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), bi Partiya Çep a Demokratîk a Kurd re civînek lidar xist.
Di civîna ku li Navenda Celadet Bedirxan a li bajarê Qamişlo pêk hat de, li ser rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê û têkiliyên herdu aliyan nirxandin hatin kirin. Di civînê de her wiha li hemberî êrîşên li ser gelê Kurd, li ser yekîtiya kurdan hate rawestîn.
Di civînê de hate gotin ku, divê têkiliyên herdu aliyan bêne xurtkirin û karê hevbeş bê meşandin.
Di dawiya civînê de hate diyarkirin ku, pêwîste têkilî di navbera hemû saziyên TEV-DEM’ê û Partiya Çep a Demokratî ya Kurd de bêne xurtkirin.