Tedawiya Kobaniyên birîndar li Pirsûsê dewam dike
Tedawiya Kobaniyên birîndar li Pirsûsê dewam dike
Tedawiya Kobaniyên birîndar li Pirsûsê dewam dike
Tedawiya 12 sivîlên duh êvarê li Kobanê di encama topbarana çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bû, li nexweşxaneyên Riha û Pirsûsê dewam dike.
Çeteyên DAIŞ'ê yên li pêşberî berxwedana şervanên YPG'ê cih li wan teng bûye, êrîşî sivîlan dikin. Duh êvarê topek çeteyan a ji gundê Alîşarê hat avêtin li maleke li rojhilatê Kobanê ket û di encamê de 4 jê bi giranî 12 sivîl birîndar bûn.
Ji birîndaran Sitki Esmakalî, Osman Sîncan, Ahmet Bûjî, Fethî Mahmûd û Abdulkadîr Elî li Nexweşxaneya Dewletê a li Pirsûsê, Xelîl Omer, Xelîl Ehmed, Mûhamed Bozan û Şakir Xanî li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Herranê, Sebrî Cacî, Fadil û Mehmûd Şêx jî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê tên dermankirin.
Li aliyê din tedawiya Bozan Berkel ê pêr bi şev di encama êrîşên leşkerên Tirk ên bi qûndaxên çekê birîndar bû, li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Herranê dewam dike.
Birîndaran banga beşdariya berxwedana Kobanê li gel kirin.