Suryaniyan alîkarî ji Rojava re şand
Suryaniyan alîkarî ji Rojava re şand
Suryaniyan alîkarî ji Rojava re şand
Yeketiya Suryaniyên li Ewropayê (ESU) tirek tejî melzemeyê pêwîstiyên jiyanî di Deriyê Sînor yê Nisêbînê re derbazî Qamişlo kirin.
Yeketiya Suryaniyên li Ewropayê di çarçoveya alîkariya ji bo gelê Rojava tirekî tejî pêwîstiyên jiyanî bi rêya Federasyona Komeleyên Suryanî ên Mîdyatê radestî Şaredariya Nisêbînê kirin. Dema ku melzeme ji gelê Qamişlo re şandin, li vir Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan axivî û got: “Tiştek pir xweşe ku gelê Rojavayê Kurdistanê hemû, Suryanî, Ereb, Kurd û Êzidî yên xwedî baweriyên cûda piştgiriya hev ya mirovî biki. Dibe ku alîkariyekî pir mezin nebe, lê belê weke alîkariyek manewî di sedsala 21’an de em ji bo azadiya Suryaniyan weke piştgiriyekî girîng dibînin. Em li vir sipasiya hemû saziyên Suryaniyan dikin.”
Piştî melzemeyên pêwîstiyan di kontrolê de derbaz bûn, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, Seroka Federasyona Komeleyên Suryaniyan Evgîl Turker û endamên lijneya rêveber ya federasyonê, di deriyê sînor yê Nisêbînê re derbazî Qamişloyê kirin.