Şirnexî li dijî narkotîk û fûhûşê meşiyan

Şirnexî li dijî narkotîk û fûhûşê meşiyan

Li Şirnexê bi sedan welatî, bi armanca şermezarkirina bikaranîna narkotîkê, dizî û fûhûşê, meşiyan.

Li Şirnexê, li gel nûnerên BDP, DOKH, ÎHD, KESK bi sedan welatî li dijî narkotîk, dizî û fûhûşê li ber avahiya BDP'ê ya Bajêr li hev kom bûn û ber bi Qada Cûmhûriyetê ve meşiyan. 

Li Qada Cûmhûriyetê, li ser navê komê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Şirnexê Bakî Katar daxuyaniyek da û destpêkê ji bo polîsên dor li wan girtin got, "Ji bo parastina avahiya AKP'ê bi dehan polîs tên wezîfedarkirin, lê çima li ber dibistanên lê narkotîk tên firotin, nobetê nagirin" û nerazîbûn nîşan da. 

Katar bang li herkesî kir ku ji bo pêşerojeke ronî û paqij, li dijî narkotîk, fûhûş, dizî, destavêtinê derkevin û got, "Hin hene hewl didin li nava kolanan hem fûhûşê hem jî karê narkotîkê bi mirovan bidin kirin. Ev polîtîkayeke. Ev polîtîka mejî ditevizîne. Esrar nahêle em pêşerojeke xweş bibînin û pêşeroja me tarî dike. Divê gelê me li dijî bazirganên destavêtin û esrarê hişyar be. Em nikarin çavê xwe li vê bigirin. Emê destûrê nedin ev qirêjî bikeve nava jiyana me, nava mala me, nava tax û bajarê me."

Girseya gel dûre ji bo deqeyekê çalakiya rûniştinê lidar xist û belav bû.