Sineyî li dijî rejima Îranê meşiyan

Sineyî li dijî rejima Îranê meşiyan

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ciwanên Kurd li dijî darvekirinên rejima Îranê xwepêşandanekî protestoyî pêkanîn.

Li gorî agahiyên hatine girtin, duh di demjimêr 17:00’an de beşek ji çalakvanên medenî û hêjmarek ji xelkê Sine li dijî bi darvekirinê ciwanên Kurd û girtiyên siyasiyên Kurd Hebîbulla Gulperî pûr,  Riza Mamedî û Şêrko Mearfî û yên Ereb, Belûçî  ji aliyê rejîma Îranê ve xwepêşandanek li darxistin û hovîtiya rejîma Îranê şermezar kirin.

Di dema meşê de pankarta li ser “ Ji bo darvekirinê na, ji bo jiyanê erê û divê girtiyên siyasî bên azad kirin” nivîsîn hilgirtin. Xwepêşandanê li bazara fêkî firoşan destpêkir.

Ji beriya vê jî li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên weke Merîwan û Seqiz jî  li dijî bi darvekirinên ciwanên Kurd û girtiyên siyasî yên Kurd, li dijî rejima Îranê xwepêşandan li darxistî bûn. Her wiha li Başûr, Bakûr, Rojava û Kurdên ji derveyî welat jî darvekirinên Îranê şermezar kiribûn.