Serxweşiya Fermandarê HPG'ê Reşîd Serdar bi meşekê bi dawî bû
Serxweşiya Fermandarê HPG'ê Reşîd Serdar bi meşekê bi dawî bû
Serxweşiya Fermandarê HPG'ê Reşîd Serdar bi meşekê bi dawî bû
Serxweşiya li Dihê ji bo Fermandarê HPG'ê Mehmet Can Gurhan (Reşîd Serdar) hat danîn, bi meşeke bi girseyî bi dawî bû.
Serxweşiya ji bo Fermandarê HPG'ê Gurhan ê di 18'ê Mijdara 2012'an de li Zagrosê jiyana xwe ji dest da, bi meş û dayîna mewlûdê bi dawî bû. Di meşê de li gel Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, endamên Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê û meclîsa partiyê ya BDP'a Sêrtê, nûnerên MEYA-DER, TUHAD-DER, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û Rêxistinên Civakî yên Sivîl ên Mêrdîn û Şirnexê, bi hezaran kes amade bûn.
Girseya gel beriya meşê çû serdana gorên gerîla û dûre ber bi konê serxweşiyê yê li ber Avahiya BDP'ê ya Navçeya Dihê hatibû vedan, meşiya. Di meşê de timî dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" hat qîrîn.
Li dû meşê Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan axivî û bibîr xist ku PKK'ê têkoşîna xwe ya çekdarî ji Dihê daye destpêkirin.
Aydogan ragihand ku rêya gerîla hilbijartiye rêya azadiyê ye û dê ti carî ji daxwazên gelê Kurd ê berdêlên giran daye, venegere.
Dayik Gurhan jî li serxweşiyê peyivî û got, "Bila serê gelê Kurd sax be. Mehmet ne bi tenê şehîdê min e, ew şehîdê gelê Kurd e. Bila serê gelê Kurd sax be. Em dixwazin pêvajoya aştiyê bi vî rengî dewam bike. Kurê min ne yê yekemîn e, lê bila bibe yê dawî. Bila ev şer biqede, êdî kes nemire, ti zarok nemire." Li dû axaftinan mewlûd hat xwendin.
Piştî nîşandana sînevîzyonê jî, mewlûd bi dayîna xwarinê bi dawî bû.