Şervanê YPG'ê Mehmûd Hiso spartin axê
Şervanê YPG'ê Mehmûd Hiso spartin axê
Şervanê YPG'ê Mehmûd Hiso spartin axê
Cenazeyê şervanê YPG'ê Mehmûd Şêx Dawid Hiso yê binasnav Şahîn ku, duh li Serêkaniyê pêl mayîneke çeteyan kiribû û di encamê de jiyana xwe jidest dabû, îro ji aliyê sedan kesî ve spartin axê.
Şervanê YPG'ê Mehmûd Şêx Dawid Hiso yê binasnav Şahîn duh li gundê Mişrafa yê Serêkaniyê dema herêm ji mayînên çeteyan paqij dikirin, pêl mayînekê kir û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Şahîn anîbûn Saziya Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê. Îro di saetên sibê de bi sedan kes li ber navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê hatin cem hev. Welatiyên ku bê navber diruşmeyên "Şehîd na mirin" û "Bijî berxwedana YPG'ê" cenaze wergirtin. Girseyê cenaze ji vir bi karwanekî wesayîtan birin malbata wî ya li gundê Bîrkinêsê ya Dirbêsiyê. Piştî nêrîna dawî ya malbatê, girseyê cenaze birin goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê. Li wêderê jî Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir.
Piştre Hevsera Serokê Meclîsa Gel a Serêkaniyê Abid Xelîl Almasa Xelîl axivî û hevserê xwe di salvegera şehadeta wî de bibîr anî. Elmaza destnîşan kir ku hevserê wê Abid her dem ji bo biratî û wekheviyê di nava kar û xebatan de bû û şehadeta Mehmûd Şêx Dawid Hiso li gelê Rojava pîroz kir. Di merasîmê de Hevseroka PYD'ê Asya Ebdulah axivî û bal kişand ser êrîşên komên çete yên li dijî herêmên Rojava ku bi piştgiriya hêzên derve pêk hatiye. Ebdulah Serokê Meclîsa Gel a Serêkaniyê Abid Xelîl di salvegera şehadeta wî de bi bîr anîn.
Asya Ebdulah di axaftina xwe de siyasetên Hikûmeta Başûrê Kuridstanê yên li dijî Rojava şermezar kir û da zanîn ku gelê Rojava dê bi xwe çarenûsa xwe diyar bike û dê nehêle tu hêzên biyanî îradeya wan bişkînin. Asya Ebdulah destnîşan kir ku, gelê Rojava dê li ser xeta Abid, Şahîn û hemû şehîdên xwe yên azadiyê riya xwe bidomîne.Di merasîmê de Seroka Meclîsa Gel a Qamişlo Remziya Mihemed, li ser navê Partiya Çep a Kurd li Sûrê bavê Alan û li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Mihemed Xetîb axivîn. Di axaftinan de berxwedana YPG'ê hate silav kirin.
Piştî axaftinan cenazeyê şervanê YPG'ê Şahîn bi diruşme û tîlîliyan spartin axê.