Sêrtî ji bo girtiyên nexweş meşiyan

Sêrtî ji bo girtiyên nexweş meşiyan

Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê ji bo girtiyên nexweş serbest bên berdan meşiyan.

Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş meş li dar xist. Girseya di nav de rêveberên BDP'ê, şaredar, ÎHD, TUHAD-DER, Dayîkên Aştiyê, NÇM, MEYADAR û gelek kesên din li ber Şaxa ÎHD'ê ya Sêrtê hatin cemhev û heta ber Kargeha Kizilayê meşiyan. Di meşê de sloganên "ji girtiyên nexweş re azadî" û "girtiyên siyasî rûmet me ne" hatin qîrîn û pankrata "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" hate vekirin.

Piştî meşê Serokê TUHAD-DER'a Sêrtê Îrfan Baykara daxuyanî xwend û diyar kir ku, piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gavên dîrok hatin avêtin. Baykara anî ziman ku, ji 3 merheleyên çareseriyê merheleya yekemîn bi dawî bû.

Baykara da zanîn ku, divê demildest girtiyên nexweş serbest bên berdan û astengiyên pêşiyên vê yekê bên rakirin. Baykara bilêv kir ku, li girtîgehên Tirkiyeyê 431 girtiyên nexweş hene û divê demildest ev serbest bên berdan. Baykara xwest ku şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên sererastkirin.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.