Serlêdana parêzeran dîsa hate astengkirin
Serlêdana parêzeran dîsa hate astengkirin
Serlêdana parêzeran dîsa hate astengkirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina asayî ya heftane bi muwekilê xwe re pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bûrsayê dan. Lê bi hinceta "rewşa hewayê ne başe" serlêdana parêzeran hat redkirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç, bi boneya bi muwekilê xwe Ocalan re li Girava Îmraliyê hevditinê pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzerên ku ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan, bi hinceta "rewşa hewayê ne başe" serlêdana wan hat redkirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de çûbûn Îmraliyê. Ji wê demê heta niha bi hincetên keştî xerabeye, muxalefeta hewayê heye tên astengkirin. Balkêş e keştiya ku ji parêzeran re xerabe ye her tim diçe Îmraliyê û tê.