Serdanên sersaxiyê ji bo malbatên gerîlayên HPG’ê didomin
Serdanên sersaxiyê ji bo malbatên gerîlayên HPG’ê didomin
Serdanên sersaxiyê ji bo malbatên gerîlayên HPG’ê didomin
Ji bo gerîlayê PKK’ê yên bi navê Cevat Dogma (Bedran Gever), Ergun Aydin (Herekol Gever) û Emrullah Akçîn (Ekrem Mêrdîn) yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn konê sersaxiyê hatin vedan.
Gerîlayên PKK’ê yên bi navê Cevat Dogma (Bedran Gever), Ergun Aydin (Herekol Gever) û Emrullah Akçîn (Ekrem Mêrdîn) di navbera salên 1997 û 2000’î de jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî nasnameya wan hatin diyarkirin, konê sersaxiyê hat vedan û bi sedan welatiyên kurd, komelên çand, xweza û rêveberên BDP’ê, şaredar jî di nav de diçin konê sersaxiyê. Bi sedan kes çûn konê ji bo gerîlayê PKK’ê Ergun Aydin ku li taxa Kişlayê hatiye vedan. Di ketina kolana ku konê ji bo Ergun hatiye vedan de, posterê Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan, wêneyên gerîlayên PKK’ê û alên PKK’ê hatin daliqandin.
Heyeta BDP’ê piştî ziyareta Aydin, çûn gundê Sekran yê Geverê û konê sersaxiyê yê ji bo gerîlayê PKK’ê Cevat Dogma (Bedran Gever) hatibû vedan ziyaret kirin. Konê dê heta 3 rojan vekirî be.
LI BISMILÊ JÎ KONÊ SERSAXIYÊ HAT VEDAN
Li navçeya Bismila Amedê jî ji bo gerîlyaê PKK’ê Emrullah Akçîn (Ekrem Mêrdîn) yê di 24’ê îlona 1997’an de li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû konê sersaxiyê hat vedan. Sersaxiya ku li taxa Sanayî û li Mala Sersaxiyê ya Medîneyê hat danîn ji hêla sedan welatiyan ve tê ziyaretkirin. Konê sersaxiyê dê 3 rojan vekirî be.