Serdana girseyî a taziya Fermandarê HPG’ê Gurhan
Serdana girseyî a taziya Fermandarê HPG’ê Gurhan
Serdana girseyî a taziya Fermandarê HPG’ê Gurhan
Ji bo Fermandarê HPG’ê Mehmet Can Gurhan (Reşîd Serdar) konê taziyê hat vedan.
Gerîlayê HPG’ê Mehmet Can Gurhan (Reşît Serdar) ku di 18’ê Mijdara 2012’an de di pevçûnekî li herêma Oremar a Colemêrgê de ku jiyana xwe ji dest dayî li pêş bînaya BDP’a Navçeya Dihê konê taziyê hate vedan.
Li ser konê taziyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên ji kadroyên pêşeng yê PKK’ê Mahsum Korkmaz (Egîd) û gerîlayê HPG’ê Gurhan li gel gerîlayên ku di dîrokên cudade jiyana xwe ji dest dane û alên PKK’ê û KCK’ê hatin daliqandin. Taziya endama PM a BDP’ê Meliha Varişli, rêveberên BDP’ê yên navçe, bajarok û bajaran, rêveberên HDP’ê bajaran, Serokê Şaredariya Sêrtê Selîm Sadak, Serokê Şaredariya Kurtalan Necat Yilmaz, Serokê Şaredariya Dihê Melîh Oktayi, Dayikên Aştiyê, MEYA-DER,TUHAD-DER,İHD, MKM û li gel endamên meclîsên şaredarî û giştî bajaran û bi sedan kes beşdar bûn.Girseya ku li meydana Dihê hatin gel hev li gel qêrkirina dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “PKK gele, gel jî li vire” ber bi konê taziyê ve meşiyan.
Taziya ku bi deqek rêzgirtinê destpê kir dua hatin kirin. Piştre li konê taziyê Serokê BDP’a Navçeya dihê Huseyîn Kiliç ku axivî diyar kir ku ciwanên kurd bi bedel dayina rûhê xwe ji bo azadiya gelê Kurd, ji bo jiyanekî wekhev û bi rûmet bi saya tekoşîna ku di meşînin, li tevayê cîhanê dane naskirin. Serokê BDP’a Bajarê Sêrtê Mehmet Ata Înan jî wiha got: “Hemû destkeftiyên gelê Kurd yên îro bi saya şehîdên ku ji go hebûna gelê Kurd cane xwe dane ye.” Piştre ku di taziyê de endama PM a BDP’ê Meliha Varişli ku axivî wiha got: “Şehîdên me rûmeta me ne. Ger îro gelê Kurd bi rûmeta ku heq dike tê nasîn ew jî bi saya şehîdên me ye. Her metre damekî axa Kurdistanê bi xwîna şehîdan hatiye avdan.”