Şengalî: Em van rojan deyndarê şehîdan in

Şengalî: Em van rojan deyndarê şehîdan in

Li Şengalê ji bo gerîlayên HPG û YJA-Starê yên ku roja 28’ê Îlonê li navçeya Şengalê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan Jiyanda Xelat (Leyla Bişkin), Agir Tato (SadîOzek) û Dara Tolhildan (Bozan Şêxo) xwarina xêrê hate dayin.

Gelek mirovên li derdora gundê Kolka, ku di konan de dijîn tevlî xwarinê bûn. Beriya xwarin bê danîn, Feqîr Xelef Qasim Xwedêda li ser berûşên mezin ên xwarinê dûayeke Êzidiyan xwend û piştre xwarin hate danîn.

Beriya dest bi xwarinê bikin, yek ji rihspiyên gelê herêmê Xebabî Îskender Cirdo Etha derbarê wate û girîngiya vê xwarinê de axivî.

 ‘BI SAYA GERÎLAYAN EM JI KOMKUJYEKE MEZIN RIZGAR BÛN’

Cirdo Etha di axaftina xwe de got: “Li gorî baweriya me Êzidiyan edeke bi vî rengî heye; ger kesek qenciyekê li te bike û tu wê qenciyê ji bîr bikî, tu ne kurê bavê xwe yi. Hûn dizanin karesateke mezin hate serê me. Em ji komkujiyeke mezin rizgar bûn. Ev jî bi xêra gerîlayên YPG’ê yên ku ji Rojava hatin em rizgar kirin bû. Ger em îro li vir runiştine û xwarina xwe dixwin, ev yek bi xêra şehîdên canê xwe ji bo me feda kirine. Melekê Tawûs qebûl bike”

 ‘EM JI XWEDÊ DIXWAZIN KU RÊBER APO DI DEMEK ZÛ DE AZAD BIKE

Piştî axaftinê derbasî xwarinê bûn. Ji mêvanên xwarina xêrê Xelef Xaltê jî got: “Îro ji bilî hêzên HPG’ê tu kesek li hewara me nehat. Wana mal, milk û jiyana me parastin. Van şehîdan parast” û wiha domand: “Em ji xwedê daxwaz dikin ku di demek zû de Rêber azad bike.”

EW ŞEHÎDÊN ME NE

Feqîr Mûrat Bir Elî ku li gundê Kolkayê xwarina xêrê da û diyar kir ku ew deyndarên gerîlayên ku hatin vir û ji bo me jiyana xwe ji dest dane û got:

“Em li vir xwe weke deyndar dibînin. Van şehîdan ji bo parastina can û axa me canê xwe dan. Ji cihekî din hatin û canê xwe ji bo me dan.  Ez sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazim. Ew şehîdên me ne. Em bi vê boneyê xwarina xêrê da. Xwedê qebûl bike.”