Şemzînan di dorpêça leşkeriyê de ye!

Şemzînan di dorpêça leşkeriyê de ye!

Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê sewqiyata leşkerî didome. Li herêmê qereqolên nû tên çêkirin û li cihên stratejîk jî qereqolên seyar tên danîn. Ji riya 50 kîlometreyan pêk tê jî 12 nokteyên lêgerînê yên leşkeriyê hatin avakirin.

Li rexmî pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin û bi îlankirina agirbestê ya KCK’ê re dom kir, dewleta Tirk bê navber sewqiyatên leşkerî dike, qereqolan li ser sînor ava dike û qadroyên cerdevaniyê zêde dike.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan ya dîcleyê (DÎHA), li bajaroka Rûbarokê ya navçeya Şemzînan a li ser sînorê Başûrê Kurdistanê sewqiyata leşkerî û çêkirina qereqolên nû didome. Li gundê Navberojan ê Rûbarokê li 6 nokteyên Kura Kera, Dêzgey, Girê Gedîk, Bizgote, Girê 1055 û Mamreşan dest bi çêkirina qereqolên leşkerî hate kirin. Qereqolên berê jî tên bihêzkirin. Qereqolên Nawberjan û baregeha Qetîne jî tên bihêzkirin. Hate zanîn ku, li herêma Nehrî ya di 23'ê tîrmeha 2012'an de HPG'ê kontrol kir re jî îhaleya 2 qereqolan hate kirin û ev îhale hatiye qebûlkirin.

JI BO QEREQOLÊN NÛ ÎHALEYAN DEST PÊ KIR

Ji herêmên ku artêşa Tirk nedikarî bikevê piştî gêrîlayên HPG'ê xwe jê paşve kişandin hatin dorpêçkirin. Li cihên berê HPG’ê kontrol dikirin ên stratejîk niha qereqolên seyar lê tên çêkirin. Li Gewriyazînê ya di navbera gundên Binsûrê, Nehrî û Nawrezan de dimîne qereqolekî nû hate çêkirin û Girê Xaranê yê nêzî herêmê jî kuleya herêm bişopîna hate çêkirin. Dîsa ji Çiyayê Goman ê ku li hemberî navçeyê ji bo çêkirina taburekî nû li aliyê berê xwe dide 3'emîn Fermandcariya Komando ya Taktîk a Çiya û 34'emîn Fermandariya Tugaya Sînor rê tê çêkirin. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku, ji bo Qereqola Cendirmeyan a li navçeyê li nêzî Çiyayê Nergîz ê piştî navçeyê qereqolekî mezintir bê çêkirin îhale hate çêkirin û dê rojên pêş de dest bi xebata wê înşatê bê kirin.

12 NOKTEYÊN KONTROLÊ YÊN LEŞKERIYÊ

Ji Pira Xiyalê heta Navberojan û gundên ser sînorê Herêma Federal a Kurdisatnê 12 nokteyên kontrolê yên leşkeran hatin avakirin. Di navbera Şemzînan û Rûbarokê de li Bigijnê û Kelheya Serhatê nokteyek, li Şepetan, Gewriyazînê û Bêsosîn 3 nokte, Mevan û Nawberojan jî 5 nokte, di navbera navenda Rûbarok û Rize yê re jî 2 nokteyên lêgerînê û li derketina Şemzînan Pira Xiyalê kontrola leşker û polîsan bi giştî 12 nokteyên lêgerînê hatin avakirin. Welatî rojê neçarin 2 caran ji wan nokteyên kontrolê re derbaz bibin û di her carê de rastî kontrola nasname û lêgerîna wesayîtan tên. Welatî ji gelek nokteyên lêgerînê paşve tên şandin. Derdorên nêzî dewletê û xizmên Şaredarê Rûbarokê yê berê û namzetê parlementerê AKP'ê Kasim Demîr, sercerdevan bi rihetî di nokteyên lêgerînan de darbaz dibin. Welatiyên din jî rastî pirsên "Hûnê ji bo çi biçin Herêma Federal a Kurdistanê?" tên.

JI CERDEVANAN RE PERWERDE

Li gorî agahiyan ji cerdevanan re li yekîneyên leşkeran ên nêzî gundan perwerde tê dayîn û hate gotin ku, dê cerdevan her meh li perwerdeyê re bên derbazkirin.