Sefermandarê Giştî û Fermandarên Leşkerî li Wanê ne
Sefermandarê Giştî û Fermandarên Leşkerî li Wanê ne
Sefermandarê Giştî û Fermandarên Leşkerî li Wanê ne
Serfermandarê Giştî yê artêşa Tirk Orgeneral Necdet Ozel di çarçoveya “Amadekariyên bihar-havîna 2013” ji bo yekîneyan di cihê wan de bibîne û kontrol bike hate Wanê. Li gel Serfermadarê Giştî yê artêşê Orgeneral Ozel, fermandarên artêşê jî hene.
Serfermandarê Giştî yê artêşa Tirk Orgeneral Necdet Ozel ku bi balefira aydê Fermdariya Hêzên Hewayî ya Tirk hate Wanê, Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Hayrî Kivrikoglû, Fermandarê Hêzên Hewayî Orgeneral Mehmet Erten, Fermandarê Hêzên Deryayî Oramîral Murat Bilgel, Fermandarê Giştî yên Cendirmeyan Orgeneral Bekir Kalyoncu, ji Fermandariya Fîloya Helîkopterên Cendirmeyan ya Wanê ku li nêzî Balegirgeha Ferît Melen ya Wanê ye Fermandarê 2’mîn Artêşê Orgeneral Galip Mendî, Waliyê Wanê Munir Karaoglû, Fermandarê Kolordu Asayişê ya Cendirmeyan Korgeneral Yildirim Guvenç pêşwazî kirin.
Di pêşwazîkirina ku nehiştin rojnamevan bikevinê, Serfermdarê Giştî Orgeneral Ozel û fermandarên artêşê di bin tedbîran de derbazî Fermandariya Kolordu û Asayişa Cendirmeyan ya Wanê bûn. Orgeneral Ozel ku li Fermandariya Kolorduyê bi leşkeran re xwarina nîvro xwar, hate ragihandin ku, “Di çarçoveya amadekariya bihar-havînê ya 2013’an hatiye yekîneyan li cihê wan bibîne û kontrol bike.”