'Sê K' yên Elmanyayê û qedexekirina PKK'ê
'Sê K' yên Elmanyayê û qedexekirina PKK'ê
'Sê K' yên Elmanyayê û qedexekirina PKK'ê
Di salên Kohl serokwezîr, Kînkel wezîrê karên derve û Kanther jî wezîrê karên hundir bû de Elmanya bû yek ji stasyona herî girîng a şerê qirêj ê li Kurdistanê. Di hundir de li dijî PKK'ê û Kurdan polîtîkayên şerê taybet, pêkanînên awarte û qedexe hatin ceribandin, li derve jî ji bo nixumandina sûcên Tirkiyê xebitîn. Di şerê Kurd de "çekên mucîze" yên Elman pêşkêşî artêşa Tirk hatin kirin.
Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) piştî ku di 15'ê Tebaxa 1984'an de dest bi têkoşîna çekdarî kir mîna hundir, bala cîhana derve jî kişand ser xwe. Di Newroza yekemîn a piştî çalakiya 15'ê Tebaxê de, PKK'ê di 21'ê Adara 1985'an de damezrandina Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê (ERNK) îlan kir. Bi vê yekê re PKK'ê tevî artêşa gerîla, bereyeke berfireh a tevgera girseyî rêxistin kir.
Lê belê wezîfeyên giran li pêş ERNK'ê hebû. Dê her beşa civaka Kurdistanê; jin, ciwan, karker, rewşenbîr û oldar biherikandibûya nava şoreşa li dijî mêtîngeriyê, dê karê dîplomasiyê bimeşanda û 'dengê berxwedanê' bi cîhanê bida bihîstin. Armanc; hemû parzemîn, welat, bajar û taxên Kurd lê dijiyan bû.
Dewleta Tirk û hêzên super ên rojavayî yên cîhanê jî ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurd bifetisîne, ketin nava liv û tevgerê. Bi vê armancê ji bo Tirkiye ji hemû nîmetên endametiya Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO) sûdê werbigire, dest bi kar kir.
Di dawiya sala 1984'an û destpêka sala 1985'an de dê 'konsepta tinekirinê ya têkoşînên azadiyê' ya NATO'yê li dijî PKK'ê bihata meşandin. Şopên 'Gladîo', 'Şerê Taybet', 'Kontrgerîla', 'Şerê Psîkolojîk' dê tevahiya 30 salan di operasyonên dewletên yên li Kurdistanê de her derketibûna pêş. Di 24'ê Cotmeha sala 1984'an de ku hînê bandora 15'ê Tebaxê baş nehatibû hîskirin, li Meclîsa Federal a Elman di rûniştineke taybet de Parlamenterê Keskan Dîrk Schneîder dê wiha biaxiviye:
"Li Kurdistanê şerekî hatiye jibîrkirin heye. Hemû alîkariyên di çarçoveya endametiya NATO de Komara Elman a Federal ji Tirkiyê re dike, li dijî gelê Kurd tê bikaranîn. Binpêkirinên mafên mirovan, îşkence li Tirkiyê veguherîne rewşeke rêkûpêk. Armanca alîkarîdayîna Rojava ji bo Tirkiyê ne têkoşîna li dijî raperînerên Kurdan e, tê xwestin ku Başûrrojhilatê Tirkiyê herêma Kurdan weke qereqola sînor a NATO'yê were parastin."
DOSTANIYA ELMANYA BI 12'Ê ÎLONÊ RE
Stasyona herî girîng a rojava ya vê konsepta ku parlamenterê Elman bal kişand ser dê Elmanya bûya. Ev welat ji gelek aliyan ve li cihekî krîtîk bû. Hem bi sed hezaran 'karkerên mêvan' ên Kurdistanî û Tirkiyeyî vedihewand, hem jî yek ji welatên sereke yên ku mexdûrên 12'ê Îlonê xwe lê digirt bû. Penaberî-ked-koçberî, derfetên mezin dida têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ji bo xwe mezin bike. (Li gorî statîstîkên fermî di salên navîn ên 1980 de li Elmanyayê 300 hezar Kurd dijiyan)
Li aliyê din ji ber salên 'şerê sar' Elmanya bûbû biryargeha stratejîk a NATO û DYE. Ji xwe Elmanya bi Tirkiyê re xwedî dostaniyeke dîrokî bû. Bi rejîma 12'ê Îlonê re ku mafên mirovan, nirxên gerdûnî û têkiliya bi gelek welatan ji holê rakir, ya herî zêde pê re xwedî têkilî bû Elmanya bû. Wezîrê Karên Derve yê wê demê yê Elman Genscher weke yekemîn wezîrê karên derve yê rojavayî ku piştî darbeya 1980 çû serdana Tirkiyê derbasî rûpelên dîrokê bû. Tevî hemû dengên dijber ên raya giştî jî Elmanyayê têkiliya xwe ya bi Enqereyê re nedibirî.
Şîroveyek di 5'ê Cotmeha sala 1981'ê de di rojnameya 'Dîe Welt' de derket tablo wiha kurteber dikir: "Çimaye nayê zanîn, lê ji her welatan bêtir Komara Elmanya ya Federal bi Tirkiyê re di nava têkiliyeke xurt de ye. Bi Tirkiyeya ku bi Komara Weîmar û dema Nazî re qels bû, di vê demê de dostaniyeke gelekî xurt heye."
Dostaniya bi generalên cûnta re, di asta ku peymanên parastina penaberên siyasî yên Elmanya mor kiribû binpê bike, de bû. Di sala 1983'an de biryara bi hejmara dosya 'VG 19A 329.82" ya Dadgeha Eyaleta Berlînê nîşan dida ku Servîsa Agahîstendinê ya Elman (BND) hemû agahiyên der barê penaberên siyasî de bi rêkûpêk radestî Enqereyê kiriye. Ev skandal di dema serdana penaberekî siyasî yê di Mijdara 1982'an de ji rejîma 12'ê Îlonê reviya û xwe li Berlînê girt, derket holê.
Di dema desthilatdariya demokratên Xiristiyan a bi Serokwezaretiya Helmût Kohl de, ku di sala 1983'an de destpê kir û 15 salan dewam kir, têkiliyên bi Tirkiyê re dê xurtir bibûya. Kohl û ekîba wî ku piştî demekê dê bi sextekarî û dizîna alîkariya ji bo CDU bihata darizandin, ji bo para herî mezin a şerê qirêj ê li Kurdistanê dê bi daxwazeke mezin tevbigeriya.
KONSEPTA 1986'AN A LI SER PKK'Ê HAT FERZKIRIN
Li gorî gelek çavdêrên siyasî bûyera qetilkirina dostê Kurd Serokwezîrê Swêdê Olof Palme di 28'ê Sibata 1986'an, ku hewl hat dayîn berpirsyariya wê biavêjin stuyê PKK'ê, destpêka "konsepta tinekirinê" ya hêzên navneteweyî ya li dijî tevgera azadiyê ya Kurdistanê bû. Ji xwe di rojên heman piştî qetilkirinê de rola ji Elmanya re hatibû dayîn, dê yekser aşkera bibûya. Ji ber kuştina Palme medya Ewropayê li hemberî PKK'ê dest bi kampanya lînçê kir û Elmanyayê jî para dike ser milê xwe hildigirt.
Mehek piştî qetilkirina Palme, di yekemîn salvegera damezrandina ERNK'ê de beriya şahiya Newrozê ya li Dûîsbûrgê, Elmanyayê asta antî propaganda PKK'ê bilind kiribû û di serî de Kemal Bûrkay hin navan îdîa kiribûn ku lîderê PKK'ê Abdullah Ocalan dê beşdarî şahiyê bibe. Bi vê sorkirina Bûrkay re şahiya Newrozê hat qedexekirin, bi beşdariya bi sedan polîsan li gelek bajaran operasyonan destpê kiribûn.
Di meha Tebaxê ya heman sale de, di duwemîn salvegera 15’ê Tebaxê de jî nûçeyên “Êrîşa bombeyî ya PKK’ê ya li dijî konsolosa Tirk ya Hamburgê hate astengkirin” di manşetan de cihê xwe girt. Piştre senaryoyên MÎT’ê ku derketin holê; endamek yê PKK’ê li Hamburgê dema ku xwest dolaba emanetan ya trenê ku çek û madeyên teqemeniyê têdebûn veke hate girtin. Lê belê di heman rojan de Nûnertiya PKK’ê ya Ewropayê daxuyaniyek dabû û gotibû, ne ji nêz û dorve jî kesê hatiye girtin ti têkiliya wî birêxistina me ve tuneye.
Polîsê Elman jî piştî bûyerê di serdegirtina ser komeleya Kurdan ya Hamburg-Altonayê “gelek belgeyên girîng” bidestxistin. Rojnameya Milliyet 21’ê Tebaxa 1986’an di nûçeya xwe ya sernivîsa “Planên nû ên PKK’ê hatin bidestxistin” wiha digot: “Polîsan aniye ziman ku, di nava belgeyên hatine desteserkirin de PKK ji dervey Konsolosa Hamburgê, plan dike ku li dijî nûnertî û dîplomatên Tirk ên li Elmanyê çalakiyan bike. Lê belê rayedarên Elmanya Federal ji bo girtina komele û saziyên PKK’ê ên li vî welatî legal kar dikin, kete tevgerê.”
NAZIYEKÎ KEVIN DI NÊÇÎRA PKK’Ê DE YE!
Di nîva salên 1980’an de, li dijî PKK’ê kesê di asta herî jor de ketî nava tevgerê jî Serdozgerê Federal Kurt Rebmann bû. Rebmann li ser koltixa Siegfried Bubcaks ê ku ji aliyê milîtanên RAF’ê ve di sala 1977’an de hate kuştin rûniştî, bi nefreta xwe ya li dijî komên çep û muxalifan dihate naskirin. Ji bo Fraksiyona Artêşa Sor (RAF) ku di sala 1970’an de bi çalakiyên xwe Elmanya hejand, digot; “Ez tenê ji ber karê xwe ji wan hes nakim, di heman demê de ev dozekî min ê şexsiye jî.”
Rebmann ku dostaniyek wî baş li gel paşayên rejima 12’ê Îlonê hebû, PKK jî weke “dijminê herî mezin ê ewlekariya navxweyî” îlan kiribû. Rebmann yek ji serkêşên wane ku navê ‘terorîstiyê’ bi tevgera Kurd ve kir, tê. Bi fermana Rebmann di rojên destpêkê ên Tebaxa sala 1987’an de li 11 bajaran di ser 43 malên Kurd de girtin. Di van operasyonan de dest danîn ser 700 hezar pereyê Mark ê Kurdan.
Serdozgerê Federal Rebmann ku ‘kîna xwe nestand’ ji Kurdan, heman sale pêngavek din jî pêşde avêt û got: “Êdî pêwîste em penaberên Kurd qebûl nekîn, tên vê derê dibin bela serê me.” Li gorî Rebmann hemû Kurdên mexdûrê şerê li Kurdistanê tên Elmanyayê PKK’yî ne.
“Îcata herî mezin” ya Rebmann jî darezandinên ku di dîroka daraza Elman û tevgera azadiya Kurd de weke “doza Dusseldorf”ê zanîne. Bi fermana serdozgerê Federalê di sala 1987’an de li dijî siyasetmedarên Kurd binçavkirin, girtin, serdegirtina mal û komeleyan destpêkir, her wiha sala 1988’an de jî zêdebû.
Di nav de Dûran Kalkan, Elî Haydar Kaytan û Huseyîn Çelebî bigiştî zêdetirî 20 siyasetmedar û activist, di 24’ê Cotmaha 1989’an de li Dadgeha Eyaleta Dusseldorfê li cihên biewle hatin ragirtin û derxistin beramberî dadger. Piştî RAF’ê Elmanyayê duwemîn lêpirsîna li dijî rêxistinekî biyanî dabû destpêkirin û doza Dusseldorfê di lîsteya lêpirsîna li dijî rêxistinên biyanî di rêza ewil de cihê xwe girt. Doza Dusseldorfê heya meha Adara 1994’an dom kir. Di darezandinê de sûcdariyên hatin kirin, nehatin ispatkirin û girtî li pey hev serbest hatin berdan. Doz jî li ser Elmanyayê bû 8,5 Milyon Mark.
Kîna Kurt Rebmann ya li dijî RAF, PKK û tevgerên din ên sosyalîst piştî çend salan sedema wê hate fêmkirin. Kovara “Stren” di sala 2011’an de belgeyên ku Rebmannê 2005’ê temen 81 salî mirî endamê partiya Hîtler NSDAP bûye, aşkera kir. Rebmann dema hêjan 17 salî bû bidildarî beşdarî baskê ciwanan yê Nazî dibe, di derbarê wî de piştî Şerê Cîhanê ê 2’mîn di sala 1946’ân de lêpirsînek tê vekirin. Lê belê tê diyarkirin ku, piştî demek kurt ew dosya tê girtin.
DOSTANIYA HIKÛMETA KOHL A ÇEKAN!
Di vê navberê de di sala 1990’î de hem şerê li Kurdistanê dijwar bibû û hemjî hejmara kurdên li Elmanyayê bicih bibûn, gelek zêde bibû. Hejmara kurdên li Elmanyayê digihêje nîv mîlyonî, hejmara komele, sazî û organîzasyonên li wir ava dibin her diçe zêde dibe. Statuya Kurdan, pirsgirêka kurdan û rewşa kurdên li Elmanyayê dijîn Partiya Kesan biribûn Meclisa Federal û metna biryarê ya ji 8 xalan pêk tê derxistibûn. Kakila metana ku Meclisa Federal di 9’ê cotmeha 1991’ê hatibû qebûlkirin wihaye:
“Divê mafên siyasî û çandî ya kurdên li Tirkiye, Suriye, Iraq, Îran û welatên Sovyet dijîn bê dayîn. Hikûmeta Elman, ji bo ku rêveberiyên muxatab van mafan bide di Konseya Ewropa û NY’ê de berpirsriyariyê bigire û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ji konferansa şatiyê re pêşengiyê bike. Divê daxwaza penberên kurd yên mexdurên şer bên qebûlkirin. Ji bo ku qedexeya kurdî ya li Tirkiyeyê bê rakirin, li dibistanan kurdî bê dayîn. Her wiha li Elmanyayê jî nifûseke mezin a kurdan heye û divê nasnameya çandî ya van bê nasîn.
Lê mecelisa hikûmeta Helmut Kohl, ev biryara der barê kurdan de ji nedîtîve hat. Her wiha hikûmeta Elman ya demî bi hikûmeta Tirk re di dostaniya xwe ya aborî û siyasî de, ranta şerê li Kurdistanê danîbû holê. Di sala 90’î de piştî her du Elmanya bûn yek, depoyên çekan yên rojava û yên rojhilat yên welat; tije çek bûn. Bê guman ev jî ji bo şerê Kurdistanê di bazirganiya çekan rewşeke gelek di cih de bû.
Heta sala 1991’ê di çarçoveya peymanên çekan yên bi Tirkiyeyê re hatin kirin de, Elmanyayê bi 6,3 mîlyar markî çek firotibû. Di sala 1990’î de piştî şerê sar di çarçoveya peywira ‘Cerderme ya Nû a Rojhilata Navîn’ a dabûn Tirkiyeyê, Elmanyayê peymanên ewlehiyê yê Ewropayê wek hincet nîşan da û 100 tanqên Leopord, 187 Panzerên M-113, 45 balafirên Phantom û 131 çekên giran hîbe kir.
Di peyamenên çekan de yên bi Tirkiyeyê re hatin kirin de pereyê ku dihat dayîn, îştaha siyasetmedarên Tirkiyeyê vedikir. Derket holê ku Wezîrê parastinê yê demî Gerhard Stoltenberg bi rêiyên derveyê qanûnî 14 panzerên Leopard firotine Tirkiyeyê. Piştî skandal derket holê Stoltenberg di 31’ê Adara 1992’an de îstîfa kir.
Rojnameya Ozgur Gundemê jî di 16’ê cotmeha 1992’an de bi manşeta ‘Mirovahî bi erdê re tê kişandin’ derxistibû. Di bin manşetê de wêneyên ku hatibûn dayîn; kesekî sivîl yê hatibû kuştin bi wesayîta leşkerî ya BTR-60 a Elman ve hatibû girêdan û dihat kişandin. Bûyer di 6’ê îlona 1992’an de li gundê Şeyh Degîmencî ya Cizîrê hatibû jiyîn. Wêne û nûmareyên serî yên wesayîtê Elmanya îşaret dikir.
Elmanyayê di sala 1990’î de di çarçoveya peymanên NATO’yê de 300 wesayîtên tîpa BTR-60 firotibûn Tirkiyeyê. Lê hem Tirkiye û hem jî Elmanyayê peymana NATO’yê binpê kiribû. Ji ber ku NATO’yê tenê ji bo bikaranîna parastina welatan pêşniyar dikir. Lê artşê tirk ev wesayît li dijî kurdan kiribû makîneyên mirinê.
Hikûmeta Kohl di bin zextan de bû, partiya Keskan pêşa mijarê bernedan û ji 8’ê mijdara 1994’an û şûnde bazirganiya çekan ya di navbera Tirkiye û Elmanyayê de hate rawestandin.
Vê carê wezîrê karê derve yê Klaus Kînkel ket navberê û di 4’ê Gulana 1994’an de diyar kir ku îdiayên ku çek li dijî welatiyên sivîl hatiye bikaranîn, nehatiye ispatkirin.
Piştî vê daxuyaniyê 24 roj şûnde firotina çekan ya bi Tirkiyeyê re dîsa dest pê kir. Biratiya çekan a bi Tikriyeyê re qatek din zêde bû. Heta Fîrmaya Heckler&Koch ji bo Tirkiye çekan hilberîne mafê lîsansê jî da. Di sala 1995’an de wezîr Kînkel got ew wesayîta li Cizîrê ew kurdê sivîl li pey xwe dikişand ne ya me bû, dibe ya Rûsyayê be.
Çavkanî;
1- “Terorîzma parçe parçe”, Der Spiegel, 1987, hejmar 34
2- Weşanên PKK, Nikolaus Brauns û Brigette Kiechle, Schmitterling, 2010
3- Polîtîkaya tirkiyeyê ya Hikûmeta Helmut Kohl a ji 1982-1998’e , weşanên Alexender Refflinghaus, Koster, 2002
4- Pirtûka ‘Radîkal Kurtbûn-PKK’ ya Rêxistina parastinê ya Makenqanûna Eyaleta Rheinland-Pflaz
5- “Endamên NSDAP ya pêşengên demokrasiyê”, Stern, 08.06.2011
SIBÊ:
-Bultena 53 rupelan ya ku faliyetên PKK’ê qedexe kiye çawa hatiye amadekirin?
- Ji bo Qedexekirinê Çîller çiqas pere da Kohl?
-Şopên Susurlukê ya li Elmanyayê …