Saziyên Kurd ên li Moskowê nêzîkatiya Barzanî şermezar kirin

Saziyên Kurd ên li Moskowê nêzîkatiya Barzanî şermezar kirin

Rêxistinên Kurd ên li Moskowayê bi civîneke çapemeniyê nêzîkatiya Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesût Barzanî ya li Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û destnîşan kirin ku êdî li parçeyekî din ê Kurdistanê Kurdan mafê xwe yê jiyana azad bi dest xistine.

Sazî û rêxistinên Kurd ên li paytexta Rûsya Moskowayê, bi civîneke çapemeniyê piştigrî dan şoreş û xebatên avakirina Rêveberiya Demî ya Rojavayê Kurdistanê.

Di civîna duh êvarê ya li Mala Kurdan de Serokê  Rêxistina Parastina Mafê Kurdê Moskowayê Mezopotamya Refîk Kamil, Seroka Rêxistina Jinên Kurd a Bajarê Moskovayê-Viyan Tarê Qadir, Rêvebirê Komaleya Çanda Kurdan a Mezapotamya Dr. Ezîz Mihemed, nûnerê PYD’ê yê Moskowayê Evdilselam Elî û nûnerên gelek rêxistinên din amade bûn. 

Nûnerê PYD'ê Evdilselam Elî di axaftina xwe ya li civînê de kêfxweşiya xwe ya ji ber xebatên avakirina Rêveberiya Demî ya Rojavayê Kurdistanê anî ziman û got, “Bêgûman ev demek dirêje gelê me li benda îlankirinek bi vî rengî bû. Li rexmî hemû erîş û ambargoyan, gelê me li heremê modela xwe ava kir. Em hêvîdarin ku dê ev ji bo gelê Kurd bibe destpêka jiyana azad.”

Elî di axaftina xwe de gotinên Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesû Barzanî yê ku gotibû “li Rojavayê Kurdistanê Şoreş nîne” jî bi tundî rexne kir û got: “beriya niha bi çend rojan Serokê Herêma Kurdistana Federal a Başûrê Kurdistanê Mesût Barzanî di nirxandinek xwe de gotibû ‘li Rojavayê Kurdistanê şoreş nîne rejîma Esad ew diyarî wan kiriye’ ev gotin ji bo gelê me yê di nav bêîmkaniyên mezin de tekoşînê dide maşandin û ji bo şervanên gelê Kurd ê ji bo vê heremê biparêze şehîd ketine heqaretek mezine. Li gor Barzanî Şoreş çi ye? Ji ber ku para wî di vê şoreşê de nîne van gotina dibêje. Pêwîste Barzanî wek Kurdekî ji van şaşitiyan vegere û nirx bide van nirxên ku bi xwîna ciwanên Kurd hatiee avakirin.”

'DIJBERIYA NEYARAN TÊ FÊMKIRIN, LÊ DIJBERIYA MALBATA BARZANÎ NAYÊ FÊMKIRIN'

Piştî axaftina Elî Rêvebirê Komaleya Çanda Kurdan a Mezapotamya Dr. Ezîz Mihemed jî şoreşa Rojavayê Kurdistanê silav kir û got: “em wek Kurdê li penaberiyê bi îlankirina rêvebiriya demî ya Rojavayê Kurdistanê pir kêfxweş bûn. Êdî li perçeyekî din Kurdên me xwe azad kirin. Ev roj ji bo gelê me roja şadî û bextewariyê ye. Ez li ser navê rêxistina me şoreşa Rojava silav dikim. Dîsa hin alî hene ku neyartiyê ji şoreşa Rojava re dikin. Hin alî hene ku mirov wate dide ji bo çi naxwazin Kurd bibin xwedî maf lê mirov wate nade ku ji bo çi malbata Barzanî dijî vê şoreşê ye. Kurdên me yê Rojava ji bo azadiya Başûrê Kurdistanê jî xwîn rijandine ji ber ku em ji wir re jî dibêjin Kurdistan. Qasî malbata Barzanî xwe xwediyê Başûrê Kurdistanê dibîne em jî xwediyê Başûr in. Mafê me jî di wî parçeyî de heye. Pêwîste birayên me yê Başûrê Kurdistanê wan rojên Saddam bi ser wan ve dihat reviyan Bakurê Kurdistanê ji bîr nekin.”

'PÊWÎSTE BARZANÎ XWE NÊZÎ RÊYA RAST BIKE'

Di dawiya daxuyaninê de Seroka Rêxistina Jinên Kurd a Bajarê Moskovayê-Viyan Tarê Qadir mafê axaftinê girt û got: “êdî li perçeyekî din jî Kurdên me mafê xwe bi dest xistin. Em bi vê yekê pir kêfxweş û serbilindin. Hin kes hene ku dixwazin van desketiyên gelê Kurd reş bikin pêwîste em mecal nedin wan. Bi taybet ê wek Barzanî bi emel û gotinên xwe ji destpêka şoreşê ve astengiyan derdixwe pêwîste ew jî xwe nêzî rêya rast bike. Beriya niha bi çend rojan li bajarê Kobanê di encama êrîşek bombeyî de 14 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan em yê ev êrîş pêk aniye bi tundî şermezar û lanet dikin. Bijî şoreşa rojava.”