Saziyên Elewiyan: Em di nava pêvajoya aştiyê de cih digirin
Saziyên Elewiyan: Em di nava pêvajoya aştiyê de cih digirin
Saziyên Elewiyan: Em di nava pêvajoya aştiyê de cih digirin
Federasyona Elewî Bektaşiyan di derbarê geşedanên pevajoya dawî de li Yekîtiya Mulkiyeliyan daxuyanî da çapemeniyê. Elewiyan diyar kir ku, ew perçeyê vê pêvajoyê ne dê bi serbilindî di nava pratîka vê pêvajoya aştiyê de cih bigirin.
Federasyona Elewî Bektaşiyan di derbarê geşedanên pevajoya dawî de li Yekîtiya Mulkiyeliyan civîna çapemeniyê pêk anî. Sekreterê Giştî yê Federasyona Elewî Bektaşiyan û Serokê Giştî yê PSAKD'ê Kemal Bulbul daxuyanî xwend. Di civînê de Nûnerên saziyên elewî Huseyin Yildirim, Adnan Ozdemir û Kazim Karakoç amade bûn. Serokê PSAKD'ê Kemal Bulbul diyar kir ku, felsefeya elewiyan mirovane, wekhev û xwezayê diparêze û wiha got: "Ger ku em xwedî baweriyek wisa bin, wê demê divê em di navenda pratîka vê pêvajoyê de cih bigirin. Bulbul anî ziman ku, dê her tim aştiya civakî biparêzin û elewî her tim li dijî pêvajoyê dengê xwe bilind bikin û wiha got: "Elewî di dîrokê de her tim rastî înkar, kuştin asîmîlasyon û polîtîkayên cudakirinê hatin. Em polîtîkayên dirû yên li hemberî elewiyan şermezar dikin. Em bi gotina Pir Sultan a "Şerme, guhene eybe" dibêjin em dê bi çalak tevlî vê pêvajoya aştiyê bibin û di navenda wê de çalak tev bigerin."
Bulbul destnîşan kir ku, li Tirkiyeyê pêdivî bi makeqanûnek demokratîk û nû heye û divê ev makeqanûn mafê hemû kesan biparêze. Bulbul xwest ji bingehîn de feraset bê guhertin û daxwazên gelê Kurd yên demokratîk û nasnameyê tev bên naskirin û bên parastin û wiha axivî: "Divê nasname û baweriya elewiyên rastî komkujiyê hatin naskirin û elewî karibin azad îbadeta xwe pêk bînin. Em bang li saziyên elewiyan jî dikin û dixwazin tev di bin baneyekî de li hev kom bibin û xwe bi rêxistin bikin û ji bo jiyanek adîlane û wekhev têkoşînê bidin. "
Bulbul bang li her kesî kir û xwest li hemberî girtiyên girtîgehan ên ketine gireva birçîbûnê bêdeng nemînin û dengê xwe bilind bikin."