Şaxa Saziya Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê hate vekirin

Şaxa Saziya Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê hate vekirin

Li bajarê Serêkaniyê di yekemîn salvegera ji dest dayîna jiyanê ya Serokê Meclîsa Gel a Serêkaniyê Abid Xelîl, Selah Eyo Şêxo, Xalid Qoqiyan, Ehmed Qewas û Silêman Sîno yên ku di êrîşa destpêkê ya çeteyan de jiyana xwe ji dest dabûn de, Saziya Malbatên Şehîdan hate avakirin. Di merasîma vekirinê ku bi hezaran kes amade bûn, “şehîdên berxwedanê” hatin bibîranîn. 

Li Serêkaniyê bi munasebeta yekemîn salvegera ji dest dayîna jiyanê ya Serokê Meclîsa Gel a Serêkaniyê Abid Xelîl, Selah Eyo Şêxo, Xalid Qoqiyan, Ehmed Qewas û Silêman Sîno merasîma bîranînê hate lidarxistin. Merasîm bi meşeke ji pêşiya Mala Gel a Serêkaniyê bi beşdariya hezaran welatiyan destpê kir. Di xwepêşandanê de durişmên ku berxwedana YPG’ê silav dikin û şopandina rêya şehîdan tînin ziman hatin berzkirin. Her wiha wêneyên “Şehîdên Serêkaniyê” bilind vekirin. 

Meş li pêşiya avahiya Şaxa Saziya Malbatên Şehîdan ku dê were vekirin bidawî bû. Piştî ku girse gihîşte pêşiya avahiyê gelek axaftin hatin kirin. Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Elî Xelîl hemû “şehîdên Rojavayê Kurdistanê” bibîr anîn û wiha got: “Em hemû şehîdên Rojava yên ji bo rizgarkirina herêmê ji destên çeteyan, canê xwe feda kirine bibîr tînin û vekirina Navenda Saziya Malbatên Şehîdan li malbatên şehîdan pîroz dikin.”

Piştre deriyê avahiya Saziya Malbatên Şehîdan ji aliyê dayîk û xwişkên şehîdan ve hate vekirin. Piştî merasîmê welatî gorên “Şehîdên Serêkaniyê” yên li Goristana Şehîdan a Rustem Cudî ya li gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê ziyaret kirin.

Serokê Meclîsa Gel a Bajarê Serêkaniyê Abid Xelîl, endamên YPG’ê Silêman Sîno yê bi nasnav Sîpan û Ehmed Qewas, Endamê hêzên Asayîşê Xalid Omer Hemo û Endamê Mala Gel a Serêkaniyê Selah Eyo di 19’ê Mijdara 2012’an de, dema haziriyên meşa ku li ser pêşniyara Abid Xelîl ji aliyê Desteya Bilind a Kurd ve hat organîzekirin dikirin, di êrîşa çeteyan de jiyana xwe jidest dabûn.