Şaredariya Sûrê sertîfîka da zarokên tevlî kreşa Kurdî bûn
Şaredariya Sûrê sertîfîka da zarokên tevlî kreşa Kurdî bûn
Şaredariya Sûrê sertîfîka da zarokên tevlî kreşa Kurdî bûn
Şaredariya Sûrê ya Amedê, ku bi xebatên xwe yên pir çandî û pirzimanî tê naskirirn mohra xwe li bin xebateke din a hêja da. Saziya KADEM’ê ku di bin banê Şaredariya Sûrê de xebatên xwe dimeşîne, sertefîkayên zarokên ku tevlî kreşa kurdî bûn li wan belavkiririn.
Kreşa ji bo perwerdeya zarokan a saziya KADEM a Şaredariya Sûrê, xebatên xwe yên îsal ên perwerdeya zarokan bidawî kirin. Kreşa ku bi zimanê Kurdî zarok lê dihatin perwerdekirin bi merasîmekê sertefîkayên zarokan li wan hatin belavkirin.
Kreşa ku li taxa Kabî, taxa Hasirlî, Taxa Palokê ên Sûrê xebatên xwe dimeşandin, bi merasîmekê sertefikayên zarokan li wan belav kir û şahiyek lidar xist.
Merasîma wergirtina sertîfîkayan bi tevlêbûna zarokên xwendekar û malbatên wan , Serokê BDP'ê yê navçeya Sûrê Adnan Akgul, Cîgira Şaredarê Sûrê Semra Turan, Alîkara Şaredar Azize Kutlu Deger û mamosteyên kurdî Derê yên ku zarok bi zimanê kurdî perwerde kirin pêk hat.
Her weha di merasîmê de pêşengehek ji wêneyên rengîn û xebatên hêja ên ku zarokan bi destê xwe çêkiribûn hate pêşandan.