Şandeyek ji konsolosiya Îtalyayê çû serdana PYD'ê

Şandeyek ji konsolosiya Îtalyayê çû serdana PYD'ê

Şandeyek ji Konsolosiya Îtalyayê a Başûrê Kuridstanê bi armanca nîqaşkirina rewşa dawî ya li Sûriyê, Rojava û pirojeya rêveberiya demi ya Rojava çû serdana buroya têkiliyan a PYD'ê ya li Silêmaniyê.

Piştî civîna ku ji çapemeniyê girtî hate lidarxistin, Endamê Komîteya Têkiliyan a PYD'ê ya Başûrê Kurdistanê Ceefer Henan li daxuyaniyekî kurt da. Henan da zanîn ku hevdîtina wan baş derbas bûye û rewşa Sûriyê, Rojava û pirojeya rêveberiya demî ya Rojava gotûbêj kirine.