Şandeya Şaredariyên Rojava li Amedê ye

Şandeya Şaredariyên Rojava li Amedê ye

Şandeyek ji Şaredariyên Efrîn, Dêrik, Amûdê, Qamişlo, Til Temir, Dirbêsiyê û Kobanê li Bakurê Kurdistanê bajarê Amedê ezmûnên xwe parve dikin.

Şandeyek ji Şaredariyên Efrîn, Dêrik, Amûdê, Qamişlo, Til Temir, Dirbêsiyê û Kobanê bi armanca parvekirina ezmûnên xwe, li Amedê danûstandinan dikin. Şandeya Şaredariyên ji Rojavayê Kurdistanê, li dû çavdêriyên xwe yên li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi parlamenterê BDP'ê yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Demîr Çelîk re rûnişt.

Çelîk bi pêşwazîkirina wan a li Amedê kêfxweşiya xwe anî ziman û got, “Şoreşa Rojava şoreşa Kurdistanê ye, ligel vê jî ew dilgiran e ku ev 2 sal in têkiliya pêwendîdar pê re çênebûye. Ji ber vê jî wek gelê Bakur em careke din lêborîna xwe ji we dixwazin.” 

Çelîk aşkera kir ku meha Nîsana 2014ê wan dil heye digel şandekê biçin serdana hemû Şaredarên Rojava û ezmûna xwe ya 14 salên Şaredartiya Bakur digel wan parve bikin.