Şandeya BDP'ê sibê diçe Çewlikê

Şandeya BDP'ê sibê diçe Çewlikê

Piştî ku derket holê 8 leşkerên dest avêtin keça bi navê E.A serbest hatin berdan, şandeya BDP'ê sibê diçe Çewlikê. Li bajêr, wê bi armanca şermezarkirina hovîtiya destavêtinê, meşek were lidarxistin. 

Li dû skandala destavêtinê ya li Çewlikê, şandeyek ji BDP'ê ku di nav de Hevseroka Gultan Kişanak jî heye, sibê diçe bajêr.

Li gorî daxuyaniya Navenda Giştî ya BDP'ê, şande wê sibê ji ber avahiya BDP'ê ya Amedê saet di 13.30'an de têkeve ser rêya Çewlikê. Saet di 16.00'an de jî wê ji ber Edliya Çewlikê heta Dortyolê meş were lidarxistin.

Di heyetê de li gel Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, Parlamentera Amedê Nûsel Aydogan, Parlamentera Êlihê Ayla Akat Ata û Hevseroka BDP'ê ya Bajarê Amedê Zubeyde Zumrut jî cih digirin.