Şandeya BDP'ê ket ser rêya Çewlikê
Şandeya BDP'ê ket ser rêya Çewlikê
Şandeya BDP'ê ket ser rêya Çewlikê
Li hemberî doza E.A ya skandaleke duyemîn a N.Ç ye, nerazîbûn zêde dibin. Ji bo meşa li Çewlikê, şandeya BDP'ê ket ser rêya bajêr.
Li hemberî bêhuqûqiya li doza E.A ya ku li navçeya Çewlik Bongilanê beriya 2 salan li destavêtina 8 leşkerên Tirk rast hat û dadgeha Tirk biryara serbestberdana wan da û doz ji raya giştî re girt, nerazîbûn dewam zêde dibin.
Bi armanca şermezarkirina skandala serbestberdana 8 leşkerên gunehkar ên Tirk, îro danê êvarê bi beşdariya Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak û Parlamenterên BDP'ê, ji ber Edliya Bongilandê heta Dortyolê meşekê bê lidarxistin.
Ji bo beşdarî meşa li Bongilanê bibin, Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, Alîkara Hevserokên BDP'ê Parêzer Meral Daniş Beştaş, Hevseroka BDP'ê ya Bajarê Amedê Zubeyde Zumrut, Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata ketin ser rêya Çewlikê.
Girseya gel wê saet di 16.00'an de li ber Edliya Bongilanê were cem hev û ji vê derê ber bi Dortyolê ve bimeşe.