Rûniştina doza parêzerên Ocalan dest pê kir
Rûniştina doza parêzerên Ocalan dest pê kir
Rûniştina doza parêzerên Ocalan dest pê kir
5. rûniştina doza 23 jê girtî 50 parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li 16. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê destpê kir. Li gel biryara bi zorê tevlî rûniştîn bibe û lê were guhdarîkirin jî Prz. Îrfan Dundar tevlî rûniştîn nebû.
5. rûniştina doza 23 jê girtî 50 parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li 16. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê, destpê kir. Parêzerên Ocalan ku 22'ê Mijdara 2011'an de hatin girtin, yekemîn rûniştina dozê di 16'ê Tîrmehê de li 16. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hatibû dîtin û mafê parasitna zimanê zikmakî hatibû redkirin. Doza ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi îdîaya "Parêzer di navbera Îmralî û Qandîlê de quryetiyê dikin" tên darizandin, balkêş e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava vê dozê te cih nagire. Rûniştina dozê bi alozî destpê kiribû. Di rûniştina ewil de ji Hollanda, Belçika, Fransa Swêd û gelek deverên din hiqûqnas hatin doz şopandin.
Rûniştinê li kampusa Sîlîvrî ya Stenbolê bi tevlêbûna 21 parêzerên girtî û 7 parêzerên serbest dest pê kir. Li aliyê din endamên Yekîtiya Parêzerên Komara Almanya, Komeleya Hiqûqê ya Almanya, Rêxistina Şopandina Darizandina Adîl, Kamîteya Mafên Mirovan ya Baroya Îngîlîstanê, endamên Rêxistina Mafên Mirovan a Navneteeyî ya Hiqûqa ji bo Civakê jî di navde nêzî 50 parêzer amade bûn. Serokê heyeta dadgehê Mehmet Ekinci, berê xwestibû ku jibo guhdar bike Prz. Îrfan Dundar beşdarî rûniştinê bibe. Îfadeya Dundar ku dabû Dozgerê komarê yê Bûrsayê xwend. Dadger diyar kir ku biryara dane ku bi zorê beşdarî rûniştinê bibe, lê hêj nehatiye dadgehê.
Piştî xwendina navan dest bi parastina parêzeran hat kirin. Ewil Prz. Mehmet Ayata, bi dimilî parastin kir û wiha got: "Li mala min 6 pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku muwekilê min e hatin desteserkirin.
Hemû pirtûk parastina muwekilê min Birêz Ocalan in. Gelo çawa çê dibe ku xwendina pirtûkên muwekilekî bibe sûc? Çawa bi xwendina van pirtûkan dibe mirov bibe endamê rêxistinekê?"
Rûniştina dozê bi parastina parêzeran berdewam dike.
Parezerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku di 22'ê mijdarê de hatin binçavkirin di 26'ê mijdarê de hatin girtin. 41 parêzerên ku li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hatin darizandin, ji aliyê 100 parêzeran ve hatin parastin. Piştî ku parêzeran heyeta dadgehê boykot kiribû doz bi encam bûbû. Endamên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Zeynep Arat û Nezahat Paşa Bayraktar, Mahmut Alınak, Ayşe Batumlu, Firat Aydinkaya, Mehmet Ayata, Nevzat Anuk, Yalçin Saritaş serbest hatibûn berdan. Parlementerê DEP'ê yê berê Mahmut Alinak li ser îtîraza dozger dîsa hatibû girtin.